Ji bo Festîvala Kurdistanê ya 1´ê ya Navneteweyî 1´ê Tebaxa sala 1992´yan bi dehhezaran Kurd li stadyuma bajarê Elmanyayê Bochumê civiyabûn. Rojnameya Ozgur Gundemê wê binivîsanda ku ji Bochumê otobusek radibe û diçe Cizîrê jî. 15 hezar nan û 4 ton û nîv goştê donerê hatibû hazirkirin ji bo mêvan û beşdarên festîvalê. 60 hezar mirovên li stadtyumê bi vî nanî têr naxwin belkî, jixwe gelekan xwarina xwe ji malê bi xwe re anîbû. Ji bo karê festîvalê hingê 600 kes li dezgeh û deverên cihê xebitîne.
Bernameya çandî, siyasî û sporê jî gelekî dewlemend bû. Alayên ERNK´ê her dera statdyumê xemilandibûn. Di nava kesên peyam ji festîvalê re şandî de Herold Pinter hebû. Wî dixwest ku Kurd li wî negirin, ji ber ku bi xwe nekerî hazir be û tenê dikare peyamê bişîne, Di peyama xwe de jî digot, ”Ez destekî didim miletê Kurd ê ku ji bo Kurdistaneke serbixwe têdikoşe. Ez silavan li şervanan dikim. Têkoşîna miletê Kurd a bi anor ji bo miletên dinyayê nimûneyek e.”
Herold Pinter sala 2005´an xelata wêjeyê ya nobelê wergirtibû. Wê sala 1988´an li ser zilma ji ber zimanê Kurdî li kurdan tê kirin, şanoya bi navê ”Mountain-laguage” (Zimanê Çiyê) nivîsandibû û di nava Kurdan de jî bi pirranî bi vê berhema xwe tê nasîn.
Di nava mêvanên festîvalê yên hingê de Prof. Dr. Celîlê Celîl jî hebûye, tevî serokê Klûba PEN´a Kurd Huseyin Erdem. Serokê Giştî yê HEP´ê Ferîdun Yazar û ji parlamenterên HEP´ê Sirri Sakik jî hingê hazir bû û şahidî li wê civana Kurdan a heta hingê li Ewrûpayê herî mezin, şahidî kir.
Şemiya bê di rêza vê festîvalê de wê şahiyeke mezin li bajarê Landgraaf ê Holandayê bê lidarxistin. Bernameyeke dewlemend a hunerî, dezgehên pêşangehan, şano, hemû di vê rêûresmê de cihê xwe digirin. 25´ê Îlonê li Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî em ê binihêrin ka çend otobus wê karibin berê xwe bidin Kurdistanê.
FRANKFURT