Ji dewleta Tirk re şixulî
Pêncşem 25 Sibat 2021 - 02:23

- Sheryl Sandberg û Rêveberên asta jor ên Facebookê hesabê YPG´ê girtine da ku nehêlin dewleta Tirk zirarê bide bazara şirketê. Shery Sandbergê ji bo sansurkirina hesabê YPG´ê got, “I am fine with this”.
Saziya rojnamevaniya lêkolîner ji bo xizmeta civakê ya bi navê Pro Publica, nûçeyek li ser helwêsta rêveberiya Facebookê beramberî sansurkirina hesab û naverokên Kurd, nûçeyek weşand. Vê nûçeya Jack Gillum û Justin Elliott eşkere nîşan da ku Facebookê di asta jor a rêveberiyê de sansura hesabên Kurdan û naverokên li ser Kurdan ji bo dewleta Tirk bi rê ve biriye. Gelek caran bêyî ku daxwazeke dadgehê hebe, ji bo ku pêşiyê li daxwazeke wisa bigire jî facebookê hesab û naverok sansur kirine.
Destpêka sala 2018´an, yanî di dema dagirkeriya li dijî Efrînê de dewleta Tirk ji Facebookê xwestibû parvekirinên YPG´ê asteng bike. Bi vê nûçeyê derket holê ku rêvebera li herî jor a Facebookê Sheryl Sandberg tenê bi hevokekê bersiv daye, koma xwe ya ku daxwaza Tirkiyeyê nirxandiye: "I am fine with this" yanî tiştekî weke "ez ji vê razî me" yan jî "ev ne xema min e".
Ji ber wê jî piştî êrişê bi sê salan jî parvekirinên YPG´ê yên li ser sûcên li dijî mirovahiyê yên dema êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê li ser facebookê li Tirkiyeyê nayên dîtin.
Gelek e-mailên rêveberiya Facebookê yên di destê rojnamevanan de nîşan didin ku Facebook ji derve re xwe weke parazvanê azadiya fikr û xweîfadekirinê nîşan dide, lê di rastiyê de hevkara sîstemên otokrat e.
Bi BTK´ê re hevaheng e
Menejerekî Facebookê di van e-mailan de dibêje, "Hesab (yê YPG´ê) hin derbên reklama xirab li me xistin berê." Yanî bi temamî azadiya fikr ne xema wan e. Em ji heman e-mailan fêm dikin ku peywendiyeke bi telefonê ya rêveberê saziya sansura telekomunîkasyonê ya dewleta Tirk BTK´yê jî tesîr li biryarên Facebookê kiriye.
Li gorî menejerê siyaseta Facebookê Mark Smith, BTK´ê şirket hişyar kiriye nexasim di warê parvekirina wêneyên birîndaran de. Wî her wiha gotiye, hikûmeta Tirk dikare daxwaza blokkirina hesaban yan jî naverokan jî bike.
Şirket ji bo ku nekeve ber vê çerxê, YPG li Tirkiyeyê blok kiriye. Facebook qebûl dike ku ev biryar li ser daxwazeke hiqûqî ya hikûmeta Tirk hatiye girtin, lê diyar e, ev daxwaz paşê gihandine Facebookê. Facebookê hesabê YPG´ê beriya wê jî ji 2016´an ve deh carekî blok kiribû.
YPG´ê hingê ji bo sansura Facebookê gotibû, "Bêdengkirina dengê demokrasiyê".
Haya Zukerberg bi xwe jî jê hebû
Facebook ji sala 2015´an ve hesabê YPG´ê weke "di warê siyasî de hesas dinirxîne." Wan hingê bi nîşana şîn hesab weke piştrastkirî qebûl kiribû. Û piştre rabûbû ev nîşan dîsa betal kiribû.
Di e-mailan de xuya dike ku ji bo sansurkirina li Tirkiyeyê ya hesabê YPG´ê sala 2018´an minaqeşe hatine kirin û haya rêveberiyê ji sansurê û tesîrên wê hebûye. Rêveberên Facebookê fikirîne ku îhtîmala girtina facebookê bi temamî li Tirkiyeyê heye û ji ber wê wan hesabê YPG´ê li Tirkiyeyê blok kiriye.
E-maileke 26´ê Çileyê 2018´an a Joel Kaplan nîşan dide ku ji bilî Sherly Sandberg her wiha xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg jî hatiye agahdarkirin. Sherly Sandbergê bersiv daye vê e-maila Joel Kaplan û gotiye, ew razîye ji sansurê û Zuckerberg û rêveberên din jî ev yek erê kirine.
* Mirov dikare weke "Ez bi vê razî me" yan jî "Ji min re ne xem e" wergerîne.
FRANKFURT















