Ji dewleta Tirk hesab bipirsîn

Sêşem 4 Nîsan 2023 - 00:15

Şandeya ji Fransayê bi serokatiya endama Senatoya Fransayê Lawrence Cohen, Cîgirê Serokê Senatoyê yê ji Partiya Komunîst Pierre Laurent û parlamentera Partiya Kesk li parlamentoyê Marie Bouchon, tevî Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Fransayê Xalid Îsa 3 rojan hevdîtin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Şandeyê hevdîtin bi QSD, rêxistinên civakî û saziyên Rêveberiya Xweser re pêk anîn, her wiha serdana kampan jî kir.

Şandeyê serdana xwe bi civîneke çapemeniyê bi dawî kir. Civîn li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

 

Hevgirtina pêkhateyan girîng e

Destpêkê endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm bi xêrhatina şandeyê kir. Piştre endama Senatoya Fransayê Lawrence Cohen axivî û got, “Divê Fransa piştevaniya xwe ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk bidomîne. Em li vir in da ku piştevaniya we bikin. Em dixebitin da ku di qada herêmî û navneteweyî de alîkariya bi we re zêdetir bibe. Hevdîtinên me girîng û bi encam bûn. Ya herî girîng hevgirtina pêkhate û gelan a li hemberî êrişan e. Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk ava dike û aştî û azadiyê li herêmê pêk tîne. Ev jî ji bo tevahî cîhanê dersek e.”

 

Divê Ewrûpa durûtiyê bi dawî bike

Parlamentera Partiya Kesk li parlamentoyê Marie Bouchon jî got; “Pergala heyî ya li ser bingehê ekolojîk, edalet, mafên jinan, pirrengî û tifaqa pêkhateyan destpêka modeleke demokratîk e û ji bo tevahî mirovahiyê xwedî girîngiyek e. Fransa wê her tim bi Kurdan re be. Em ê hewl bidin ku alîkariyên hîn zêdetir pêşkêşî Hêzên Sûriya Demokratîk bikin û ji bo ji nûve avakirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar bikin. Di heman demê de divê Ewropa li hemberî Tirkiyeyê bisekine, durûtiyê bisekinîne, herêmên dagirkirî rizgar bike û koçberan vegerîne warên wan. Em ê hewl bidin pirsgirêka avê ya ku Tirkiyeyê qut kiriye çareser bikin û ji bo vekirina deriyên mirovî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar bikin.”

 

Lêkolîna sûcên dewleta Tirk

Cîgirê Serokê Senatoyê yê ji Partiya Komunîst Pierre Laurent jî got;“Em li vir nûnertiya piraniya partiyan dikin. Ez ê hewl bidim tiştên ku em karibin li Fransayê bikin, şîrove bikim. Armanca me ya sereke ew e ku rûpeleke cidî ya piştevaniya bi pêkhateyên herêmê re vekin. Em têgihiştin ku aştî û aramî li vir heye. Divê Rêveberiya Xweser were naskirin. Divê Fransa, Tirkiye ya sûcan pêk tîne şermezar bike û ji bo rawestandina siyasetên wê yên dijber zextê bike. Em ê li Fransayê bixebitin da ji sûcên dewleta Tirk di qada navneteweyî de werin lêkolînkirin, koçber werin parastin û piştî vekişandina Tirkiye ji herêmên dagirkirî li warên wan werin vegerandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.