Ji ‘dergûşa şaristaniyê’ çend tarîfên xwarinê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 00:55

  • Xwarinên ku em îro dixwin beriya me jî dihatin çêkirin û mirov dikare bibêje kokên tarîfên xwarinên îro hemû digihin axa Mezopotamyayê. Gava mirov li tablet ango menuyên Babilîyan dinihêre mirov dibîne ku “tirşika bi goşt” wan deman jî bi nav û deng bûye.

Mezopotamya, demeke dirêj e wekî "dergûşa şaristaniyê" tê hesibandin û bûye mala hin civakên herî kevn ên cîhanê yên tevlihev, wekî Sumerî, Akkadî, Asûrî, Parsî û Babîlî. Her çend me li ser van şaristaniyên kevnar têgihiştineke pêşketî bi dest xistibe jî, menuyên xwarinên wan, ji xeynî xwarinên bingehîn ên "cîhana kevn" wekî ceh, genim, pez, bizin, çêlek û beraz, hê jî pirr nenas in. Lê belê çend sal berê, tîmeke lêkolînerên navdîsîplînî ji Harvard û Yale’ê karîbûn nivîsên mîxî yên ji Babîla kevn deşîfre bikin û ev nivîs tarîfên xwarinê yên herî kevn ên naskirî eşkere kirin.

Nêzîkî 4,000 sal berê, ev reçete li ser çar tabletên ku di Koleksiyona Babîlî ya Yale’ê de, li Muzeya Peabody ya zanîngehê ne, hatine nivîsandin. Ji van çar tabletan sê ji wan herî dereng di derdora sala 1730’ê Berî zayînê de hatine çêkirin, lê tableta çaremîn ji serdema Neo-Babîlî ye, ku zêdeyî 1,000 sal şûnde ye.

Tarîfên tirşikê

Lêkolîner di kovara Lapham’s Quarterly de li ser projeyê dinivîsin û dibêjin; "Di hemû tabletan de tarîf ango rêbaza çêkirina xwarinan cih digirin. Yanî lîseteyeke xwarinan heye. Weke nimûne bi 25 nivîsên kurt behsa çêkirina tirşikê û hazirkirina ava goşt dikin. Di tabletên din de kêmtir tarîfên xwarinê hene, her yek bi hûrguliyên zêdetir tê vegotin."

Bê guman, ne mimkûn e ku mirov reçeteyên bi hezar salan kevn bi temamî ji nû ve çêbike, nemaze dema ku tabletên ku li ser wan hatine nivîsandin qismî zirar dîtine. Digel vê yekê, tîma lêkolînê karîbû menûyeke Babîlî ya balkêş berhev bike, ku cûreyên cûda yên şorbe û tirşikê dihewîne.

Tirşik hîna jî serdest e

Lêkoler di nivîsa xwe de van tiştan jî diyar dikin; "Tirşik qonaxeke destpêkê ya kevneşopiyeke dirêj temsîl dikin ku hê jî di xwarinên Iraqê de serdest e. Xwarina bingehîn a herêmê îro jî tirşik e, bi bêhn û tamên xweş. Ev yek rasterast taybetmendiyên xwarinênBabîlî yên ku di tableta reçeteyên tirşikê de hatine dîtin xuya dikin."

Tirşika bi navê  pašrūtum” an "helisok", yek ji wan xwarinên Babîlî ye ku çêkirina wê pirr hêsan e. Di nav tirşikê de kişniş, pîvaz, pirasa, xwê heye û berî serwîskirinê, hinekî nanê tirş ê hûrkirî datînin berî. Her çend xwarineke bê tehm be jî tehma “kişniş û pîvaz”ê ya xweş çêjnekê dide xwarinê.  Puhādi, an "tirşika berxê", bi hêsanî û malzemeyên xwe dişibihe vê xwarina me li jor behs kir, lê vê carê goştê berxê û şîr lê hatiye zêdekirin. Li gorî lêkolîneran, gava ev xwarin bi îsot, pirasaya eciqandî û sîr tê serwîskirin bêhtir xweş dibe û madê mirov diçê.

Şorba Elamî û Tirşika Bexdayê

Elamūtum, an jî "Şorba Elamî", li gorî xwarinên rojavayî yên modern xwarineke neasayî ye. Di vê tarîfê de, şîr bi xwîna pez û tûzikê tê tevlihev kirin ku lêkoler beriya niha di tabletan de li tarîfeke bi vî rengî rast nehatine. Lêkoler dibêjin; “Dibe ku tevlîhevkirina şîrê tirş û xwînê ji me re ecêb were. Lê ev tarîf û malzeme dikin ku şorebeyeke bi tehm û xweş derkeve holê.” Tarîfa dawî ev e; Tuh. Ev tarîf jî dişibe tirşikeke ku hê jî li Bexdayê tê çêkirin,  di vê tarîfê de jî hin gihayên fermantasyonkirî, bîra û hêtên heywanan tên bikaranîn. Lêkoler didin zanîn; “Beriya ku Cihûyên Bexdayê werin dersînorkirin wan silqên sor bikardianî ji bo xwarinê. Mirov dikare vê tirşikê bişibîne tirşika ku niha li Ewrûpa û hinek deverên din ên dinyayê jî tê çêkirin.”

Gelo ev tarîf bi rastî jî xweş in?

Tevî nirxa wan a dîrokî û çandî ya mezin, pirsek dimîne: gelo ev tarîf bi rastî xweş in? Gojko Barjamovic, ku tîma lêkolînê ya projeyê kom kiriye, di hevpeyivîneke bi NPR re got; "Erê, ez ê bibêjim ku hin ji wan xweş in. Ev xwarin ewqasî jî xwarinên biyanî nîn in û hin hêmanên bingehîn hene ku em îro jî bi heman malzemeyan xwarinan çêdikin.”

Ji bo ku hûn li ser van tarîfên xwarinên dîrokî  bêhtir agahî bistînin, berê xwe bidin gotara k udi Lapham’s Quarterly de hatiye çapkirin;

https://www.laphamsquarterly.org/roundtable/ancient-mesopotamian-tablet-cookbook

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.