• Li Şengalê bi sedan kes li dijî polîtîkayên dorgirtina li Şengalê û çêkirina dîwarên li ser sînor ber bi sînor ve meşiyan.

Li Şengalê bi sedan kes li dijî polîtîkayên dorgirtina li Şengalê û çêkirina dîwarên li ser sînor ber bi sînor ve meşiyan. Artêşa Iraqê bi hêzeke mezin rê li ber girseya gel girt û hewl da meşê asteng bike.

Hikûmeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, rê û rêbazên nû diceribîne. Ev nêzî mehekê ye ku artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybetî ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike. Iraq di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dîwar çêdike.

Li dijî polîtîkayên hikûmeta serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xelkê Şengalê doh meşek li dar xist. Bi sedan kesên li Komelgeha Xanesor û Sinunê kom bûn, berê xwe dan baregeha artêşa Iraq ya li Tirbika ku ev baregehê nêzî sînor e.

Lê artêşa Iraqê bi hêzeke mezin rê li ber gel girt. Tevî ku artêşa Iraqê hatibû agahdarkirin, dîsan jî bi hinceta ku agahiya wan ji meşê nîne, rê li ber girseya gel girt.

Gelek Erebên Şengalê xwestin tevlî meşê bibin, hêzên artêşa Iraqê gef li wan xwarin da ku tevlî meşê nebin.

Gava nûçeya me dihat amadekirin, astengkirina Şebgaliyan dewam dikir.

Cihê ecêban bû ku artêşa Iraqê ya ku qas sîlehên xwe ji DAIŞ´ê re hiştin û reviya, li dijî mexdûrên DAIŞ´ê xwe nav di xwe dide.

ROJNEWS/ŞENGAL