Cenazeyê Sara Tolhildan (Dilara Urper) ku li Mersînê çalakiya fedaî kir, li navçeya Şirnexê Qilabanê hate veşartin.

Sara Tolhildan li Mersînê di 26'ê Îlonê de çalakiya fedaî kiribû. Cenazeyê wê li Goristana Çeman a li Qilabanê bi merasîmekê hate veşartin.

Malbatê cenazeyê Sara Tolhildan pêr ji Saziya Tiba Edlî ya Mersînê wergirt. Di bin dorpêçeke giran de malbatê cenaze gihand Qilabanê. Polêsan ji bilî ferdên malbatê, nehişt ku kesekî din biçe goristanê. Piştî ku cenaze hate veşartin, destûr nehate dayin ku ferdên malbatê biçin cihê şînê yê li Qilabanê. Hêzên dewleta Tirk a dagirker, gef li malbatê xwarin û ji malbatê xwest ku ji Qilabanê derkeve.

ŞIRNEX