• Polîsan cenazeyê Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de şehîd bû, revandin û birin Cemxaneya Gaziyê.

Polîsan cenazeyê Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de şehîd bû, revandin û birin Cemxaneya Gaziyê. Cenazeyê Tîmtîk di nava dorpêçiya polîsan û maşînên zirxî de birin Cemxaneya Gaziyê. Dor li cemxaneya Gaziyê girtin. Wesayitên TOMA li derdorê hatine bicihkirin û bend li ser hemû rêyên li herêmê hatin danîn. Helîkoptera polîsan li ser Cemxaneyê firiya. Di vê navberê de Girseya Gel jî li ber cemxaneyê ma.
Cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk li ser wasiyeta wê doh li Goristana Gaziyê li ber gora dayika wê hat veşartin.
Birayê Tîmtîk Barkin Tîmtîk ku li Girtîgeha Sîlîvrî ye, ji bo tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da. Lê belê dozgeriyê bi bahaneya şewbê destûr neda.

ANF/STENBOL