- Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê û Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê peyamek weşand.
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê û Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê peyamek weşand.
Di daxuyaniya KNK’ê de işaret bi metirsiya li ser zimanê Kurdî hate kirin û hate ragihandin ku ev zimanê di avakirina şaristanî û pêşvebirina çanda cîhanê de xwedî roleke girîng e, di bin zexta dewletên Tirk, Faris û Ereban de tê fetisandin û jinavbirin.
Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir:"Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê di serî de bang li saziyên ziman, çand û perwerdeyê yên kurdistanê dike, vê bîreweriyê ji xwe re bikin wesîleyek û li hember fişar û zora li ser zimanê xwe, dengê xwe bilind û bilindtir bikin. Bi her şêweyê ku ew rast dibînin û bi hemû şiyan û derfetên xwe, saziyên navneteweyî ji vê rewşa mitirsîdar haydar bikin.
Ziman ne weke hin alî û derdor propagandeyê jê re dikin. Qaşo ziman tenê amraze û alava di hevgehiştinê ye di navbera mirov kom û neteweyan de ye. Berevajî vê pênaseyê rast e. Ziman hebûna nasnameya gelan e, ew gelê zimanê wî tine, hebûna wî jî tine ye! Netewe bi çanda xwe, çand jî bi zimanê xwemalî xwe dinasîn e."
Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye
KCK’e jî Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê pîroz kir û got " Divê em ji bîr nekin ku zimanek ne ji bo ku yên pê diaxivin kêm in; ji bo ku yên pê dizanin neaxivin, xwedî lê dernakevin û ji bo wê tênakoşin tune dibe, dimire.
Divê dewleta Tirk a faşîst vê yekê baş bizanibe ku; gelê me di vê mijarê de li hember vê siyaseta xistina ji têkoşînê, wê di nav sekneke têkoşer de be û bi lîstikekî wiha yê erzan nexape. Divê bi mîsogerî bê zanîn di hemû astên perwerdehiyê de perwerdeya bi zimanê zikmakî ne lutûf e, mafek e; tişta jê re dersa bijarte tê gotin, zimanekî duyemîn a li derveyî zimanê zikmakî ye. Perwerdeya bi zimanê zikmakî ku mafekî gerdûnî ye nikare bibe waneyeke bijare.’’
BRUSSEL