- ÎAHK dixwaze li her gundê Şengalê parkeke zarokan çêke. Projeyê bi dezgeha li çalakiya şaredariya Bielefeldê dest pê kir û dixwaze xwe bigihîne temamê dibistanên li Bielefeldê. Gava pêşî jî çêkirina 10 parkan li navenda Şengalê ye.
ARAT ARARAT / BIELEFELD
Beşa Plansaziya Civakî ya şaredariya bajarê Elmanyayê Bielefeldê, di çarçoveya projeya “Heftya malbatê” de di çalakiya ji bo zarokan a li Meydana Keselbringê de bi dezgeha Înîsiyatîfa Aştî û Hêviyê ji bo Kurdistanê (ÎAHK) projeya parkên lîstikê ji bo zarokên Şengalê da destpêkirin. Ji Meqamê Karên Civakî ya Şaredariya Bielelfeldê, Ingo Nürnberger got, “Projeyên wiha nîşanên pirr xweşik ên piştgiriyê ne.” Berdevka ÎAHK´ê Emîne Gozen jî got, “Ji bo ku em pireke navneteweyî lêkin, me zend û bendên xwe badan”.
Çalakiya em behsa wê dikin, yekşemê bi rê ve çû. Li wir ÎAHK´ê dezgeh danî û Grüner Würfel Bielefeld, Mala Piştgiriya Navneteweyî (IBZ) û Antifaschistisches Jugendcafé Bielefeldê bi awayekî aktîf destek danê. Ev rêxistin jixwe destekê didin projeya “Ji bo Şengalê parkên lîstikê”. Di çalakiyê de zarokan resmên parkên di xeyalên xwe de xêz kir û dayikên wan jî xwarinên xwe li dezgehê firotin. Dahata dezgehê hemû ji bo kampanyayê ye.
2 dar diyarî parkê kirin
Ji Meqama Karên Civakî ya Şaredariya Bielelfeldê, Ingo Nürnberger çû serdana dezgehê û got lazim e projeyên wiha bên destekkirin: “Projeyên wiha nîşanên pirr xweşik ên piştgiriyê ne. Divê em pirekê di navbera xwe û Şengalê de deynin. Lazim e li her devera dinyayê ji bo zarokan mekanên jiyanê bên avakirin.” Wê pê re jî ji bo projeya Daristana Şengalê 2 dar diyarî kirin.
Mekanên jiyana azad ji bo zarokan
Di dema çalakiyê de berdevka ÎAHK´ê Emîne Gozen peyivî û got, fikra vê projeyê par bi wan re çêbûye, piştî ku ji bo projeya Daristana Şengalê çûne serdana Şengalê: “Me parka zarokan a şaredariya Dêrika Hemko dît, û bi îlhama wê me ev kampanya da destpêkirin. Li Şengalê mekanên jiyana zarokan pirr hatine tengkirin. Tenê li Xanesorê parkeke zarokan heye. Em behsa civakekê dikin ku bûyereke mezin a trawmatîk hatiye serê wê. Divê em hinek be jî ji wan re bibin derman. Ji ber wê divê her kes piştgiriyê bike.”
Pêşî 10 parkên zarokan
Gozen da zanîn ku ew pêşî bi Grüner Würfel Bielefeld, Mala Piştgiriya Navneteweyî (IBZ) û Antifaschistisches Jugendcafé Bielefeld re peyivîne, ew ê destekê bidin projeyê. Li ser armancên projeyê jî wê got, “Yek ji armancên me ew e ku em pişgiriya navneteweyî di pratîkê de bi cih bînin, ya din jî ew e ku em bikin nifşê ciwan ê Elman hay ji qirkirina li Şengalê hebe. Ji ber wê pirr muhim e ku ev pira piştgiriyê bê avakirin. Gelek ciwan xwedî li projeyê derketin. Hinek wê tîşortan bifiroşin, wekî din wêneyên ku zarokan di çalakiyan de xêzkirine hatin nîşandan û em ê van wêneyan jî ji zarokên li Şengalê re bişînin.”
Gozen da zanîn ku ew hewl didin projeyê bibin nava dibistanan jî û got, “Heta, komeke ku xebatên piştgiriyê li Emerîkaya Latîn û Efrîkayê dike, niha plansaziyê dike da ku projeyê bibe nava dibistanan. Em dixwazin li her gundî parkekê ji zarokan re çêkin. Weke gava pêşî me ji xwe re kire hedef ku em li navenda Şengalê 10 parkan çêkin.”