Ji bo zarokan pirtûkxaneya ‘Rona’ vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 5 Îlon 2021 - 23:56

Bi hevkariya Dîwana Wêjeyê pirtûkxaneyeke zarokan bi navê “Rona” li Qamişloyê hat vekirin.

Ji bo ku zarok li zimanê dayikê nêzîk bibin û çanda xwendinê li cem zarokan xurt bibe, Rona Egîd a 12 salî bi hevkariya Dîwana Wêjeyê pirtûkxaneke zarokan li Qamişloyê vekir.

Pirtûkxaneyeke xisûsî ji bo zarokan ev cara yekê ye tê vekirin li Rojava. Navê wê “Rona” ye. Di pirtûkxaneyê de nioha 95 pirtûkên zarokan ên cur be cur bi Kurdî, Erebî û Ingilîzî hene.

Di merasîma vekirinê de hezkiriyên wêjeyê, zarok û malbatên wan, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û

Dîwana Wêjeyê amade bûn.

Merasîm bi belavkirina pirtûkan wekî diyarî ji bo zarokan bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye Rona Egîd 2 caran wekî berpirsyara beşê zarokan di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol cih girtiye.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.