Ji bo zarokan lîstikeke afirîner

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Tebax 2022 - 22:06

  • Platforma lîstikan a online a bi navê Roblox, bi hevkariya “National Gallery” ya Londanê ji bo zarokan lîstikeke nû ya bi navê “The Keeper Council” hazir kir.

Platforma lîstikan a online a bi navê Roblox, bi hevkariya “National Gallery” ya Londanê ji bo zarokan lîstikeke nû ya bi navê “The Keeper Council” hazir kir. Zarok wê karibin bi riya vê lîstikê koleksiyonên li muzeyan kifş bikin û xwe bigihînin tabloyên muzexaneyê.

Di vê lîstikê de zarokên 7 ta 11 salî, dikarin koleksiyonên xwe jî biafirînin. Lîstik li ser kompûterê tê lîstin û weke ku jidil jî di nav muzeyê de bigerin hatiye sêwirandin. Lîstik bê pere dikare were lîstin, bi vê yekê armanc ew e ku zarok bala xwe bidin ser hunerî û ji hunerî hez bikin. Her wiha ew dixwazin berhemên navdar jî bi wan bidin naskirin. Berpirsyarê beşa dijîtal ê National Gallery Londonê, Lawrence Chiles got, ew dixwazin bi van derfetan afirîneriya zarokan xurt bikin. 

Lîstika “The Keeper Council” ji hêla şirketên 3D yên weke Arcade, Roblox, National Gallery, StoryFutures, University of London û Brunel Design School hatiye amadekirin. Lîstik niha li ser platforma Robloxê çalak e.

Kesên bixwazin derbarê lîstikê de agahiyên zêde hîn bibin û pê bilîzin, dikarin li lînka jêr binihêrin:
https://www.nationalgallery.org.uk/whats-on/keeper-of-paintings/the-keeper-council

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.