- Şengaliyan piştî ku cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Merwan Bedel Xwedêda li çiyayê Şengalê bi oxir kir, bi gotina dirûşmên, “Şehîd Namirin” û “Bijî Xweseriya Şengalê” li Sinûnê xwepêşandaneke mezin kir.
Şengaliyan piştî ku cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Merwan Bedel Xwedêda li çiyayê Şengalê bi oxir kir, bi gotina dirûşmên, “Şehîd Namirin” û “Bijî Xweseriya Şengalê” li Sinûnê xwepêşandaneke mezin kir. Girseya gel a bihêrs bi dirûşman êrîş şermezar kir.
Şengaliyan wekî din dirûşmeyên “Şehîd Merwan namire”, “Ey şehîd Xwîna te li erdê namîne” gotin. Wêneyên şehîd Merwan Bedel û şehîdên pêşeng ên Êzîdxanê û rêhevalên wî jî di xwepêşandanê de hatin hilgirtin.
Xelkê hikûmeta Kazimî şermezar kir
Rêveberiya Xweser jî, xelkê Şengalê jî ji van êrişên Tirkiyeyê her wiha hikûmeta Iraqê û PDK’ê berpirsiyar digirin. Ji ber wê jî di dema xwepêşandana li navçeya Sinûnê, xelkê Şengalê ber bi baregeha Hêzên Emniyeta Wetenî ya hêzên Iraqî ve meşiya û xemsarî û bêhelwêstiya hikûmeta Iraqê şermezar kir. Xelkê êriş weke hevkariya Hikûmeta Mustefa Kazimî û hêzên Iraqê bi dewleta Tirk re bi nav kir û ev hevkarî rûreş kir.
Li vir xasma jinan helwêsta xwe nîşan da û peyam da hêzên Iraqî, heger hêzên Iraqê yên li Şengalê nikarin erka xwe bi cih bînin, bila ji Şengalê derkevin.
Asayîşa Êzîdxanê bi zorê karî xelkê kontrol bike.
Piştî meşa mezin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê jî êriş hatin şermezarkirin.
Mexmûriyan jî êriş rûreş kir
Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Şengalê û şehîdkirina Merwan Bedel Xwedêda, hate şermezarkirin.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê mamoste Sedîq Benek li ser xelkê daxuyanî da. Wî got, “Ev êrişeke hovane ye û em vê êrişê şermezar dikin.
Ne firokeyên dewleta faşîşt, ne jî hevkariya Iraq û PDK’ê nikarin gelê Kurd ji yekîtî, ax û Serokatiya wî qût bike. Em hêvî dikin ku ji niha û şûn ve herkes ji bo xweseriya Şengal û Gelê Kurd rêzdar be.
Em bang li raya giştî dikin da ku li hember van êrişan bêdeng nemîne, derkeve kolanan û dengê xwe bilind bike.”
ŞENGAL/MEXMÛR