- KCK'ê bi daxuyaniyekê xwest Kurdên hilbijêr ên li derveyî Tirkiyeyê, dengê xwe di hilbiajrtina 14´ê Gulanê de bi kar bînin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê daxuyaniyek da. KCK´ê di heman daxuyaniyê de bang li hilbijêrên Kurd ên li derveyî Tirkiyeyê kir da ku dengê xwe bi kar bînin. KCK´ê got, “Li ser esasê konsepta tesfiye û qirkirinê ya ku 24’ê Tîrmeha 2015’an kete dewrê, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, bi rêbazên şidet û şerê taybet hewl dide ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bike, destketiyên Kurdan hemûyan ji holê rake û Kurdan qir bike. Rejîma faşîst dema ku li hemberî berxwedana gerîla ket rewşeke zehmet, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî, çekên nukleer ên taktîk û her cûre çekên qedexe kir. Tevî zext, girtin, êşkence û şerê taybet, sîstema êşkence û tecrîdê ya li ser Rêber Apo hate girankirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo ku şerê li dijî Kurdan bimeşîne û Kurdan qir bike, zextek giran li ser gelê Tirkiyeyê kir, dewlet bi temamî veguherand sîstema çete û mafyayê û Tirkiye ber bi hilweşîn û krîza civakî, siyasî û aborî ve biriye. Niha bi qasî gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê jî dixwazin ji desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst rizgar bibin.
Lazim e tifaqa faşîst têk biçe
Têkoşîna ku em weke gel û Tevger dimeşînin, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst aniye ber hilweşînê. Bi hilweşîna AKP-MHP’ê re Kurdistan û Tirkiye wê bikevin pêvajoyeke nû, astengiya herî mezin a li pêşiya têkoşîna demokratîk wê ji holê rabe. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo ku rewşeke wiha biafirîne, pêvajoyeke pirr girîng îfade dike. Heger di hilbijartinên 14’ê Gulanê de tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst ji desthilatdariyê were xistin, pêşiya têkoşîna demokratîk wê vebe. Ev yek jî girêdayî wê yekê ye ku gel di hilbijartinên 14’ê Gulanê de îradeya xwe bi rengekî xurt raber bike. Lewma 14’ê Gulanê ji bo rizgariya ji desthilatdariya dijminê Kurd, nîjadperest, qirker, mêtinger û faşîst, pêvajoyeke têkoşînê ya pirr girîng îfade dike.
Divê gelê me biçe ser sindoqan
Di tevahiya dîroka têkoşîna me de, gelê me yê li Ewrûpayê û derveyî Tirkiyeyê piştgiriyeke mezin daya û gelek fedakarî kirine. Bêguman welatparêzî vê yekê ferz dike. Gelê me yê li derveyî welêt, her tim bûye parçeyek ji têkoşîna li welêt û bûye layiqê rûmeta vê yekê. Li gel vê yekê divê baş were fêhmkirin ku asteke girîng a vê têkoşînê jî, hilbijartin e. Me gel û tevger, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê aniye ber hilweşînê. Bi xurtî tevlîbûna li hilbijartinê, derfeta me çêbûye ku em desthilatdariyê ji ser hikum bînin xwarê. Dengên gelê me yên li derveyî welêt, ne hindik in. Bandora dengên derveyî welêt, wê li encamên hilbijartinê gelek be. Lewma divê her kes teqez biçe ser sindoqan û ji bo ku AKP-MHP ji desthilatê bikevin, divê dengê xwe bide. Lewma divê gelê me li derveyî welêt, dayîna dengê xwe wek erkekî welatparêziyê bibîne. Divê her kes hizira vê bike û hev û din teşwîq bike da ku dengê xwe bide. Divê bi teşwîqkirinê jî nemîne, hev hişyar bikin û rexneyê bike li kesên bi vê hizrê tevnegerin. Her kes, li gel ku mafê wan ê dayîna deng ji berê ve heye, ji ber ku deng nedaye, divê lê bipirse, xwe bide ber rexneyan û biryar bide ku teqez vê hilbijartinê dengê xwe li derveyî welêt di navbera 27´ê Nîsanê û 9´ê Gulanê de bide.
Lazim e yek deng jî kêm nebe
Berê gelê me pir nediçû ser sindoqan û deng nedida. Ev ji bo gelê me, kêmasiyeke mezin e. Çawa Kurdek naçe dengê xwe nade û piştgiriya ku wê bi vî awayî bide têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li welêt û nade. Divê gelê me bi ti awayî vê qebûl neke. Gelê Kurdistanê yê li derveyî welêt, divê dengek jî kêm neke û bi awayekî xurt tevlî hilbijartinê bibe û kêmasiya berê telafî bike. Ev hilbijartin, ji hilbijartinên din gelek cudatir e. Divê ti kes nebejê ‘min dengek heye, bidim çi ye, nedim çi ye’. Dengek jî gelek girîng e û divê ti deng bi avê de neçe. Banga me li Kurdistaniyên welatparêz ên li Ewropayê û derên din ên derveyî welêt hemûyan ew e ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN