Ji bo Xelatên BAFTA’yê film hatin neqandin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Çile 2024 - 04:55

Filmên ku ew ê îsal ji bo Xelatên BAFTA (Akadimiya Hunerî ya Brîtanya ya Film û Televizyonê) bikevin pêşbirkê diyar bûn. Xelatên BAFTA’yê ew ê cara 77’an were dayîn.

Ji bo Xelatên BAFTA’yê di 25 kategoriyan de xelat tên belavkirin. Di nav van kategoriyan de kategoriyên weke “Filmê Herî Baş”, “Senaryoya Herî Resen a Baş” û “Derhênerê Herî Baş” hene. Her wiha di warê muzîk, pevxistin û dengî de jî xelat tên dayîn.

Filmên îsal ên ku ji bo kategoriyan hatine neqandin ji hêla Naomi Ackie û Kingsley Ben-Adir ve hatin ragihandin. 

Filmên ku ji bo kategoriya “Filmê Herî Baş” hatine neqandin ev in;

“Anatomy of a Fall” — Marie-Ange Luciani, David Thion
“The Holdovers” — Mark Johnson
“Killers of the Flower Moon” — Dan Friedkin, Daniel Lupi, Martin Scorsese, Bradley Thomas
“Oppenheimer” — Christopher Nolan, Charles Roven, Emma Thomas
“Poor Things” — Ed Guiney, Yorgos Lanthimos, Andrew Lowe, Emma Stone

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.