Ji bo Viyan û Eylem ber bi serketinê ve

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 21:39

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zê (Zapê) şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zê (Zapê) şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn, eşkere kir. Wê got, “Êrişa herî dawî ya dijmin a ji bo dagirkirinê ku 14’ê Nîsanê destpê kir, bersiva herî mezin a jinên azad û lehengên Kurdistanê yên bi nasnameya YJA Starê, wergirt.

Hostatiya li ser taktîkê, wêrekiya mezin, dilsoziya bi nirxên pîroz re û baweriya bi serketinê ya YJA Starê, di şexsê hevrêyên me yên li Zapê de careke din şênber bûn. Fermandar û milîtanên bijarte yên YJA Starê hevrêyên me Viyan û Eylem ku xwedî sekna lehengiyê bûn, pêşengî ji tîmên gerîla yê bi tevger re dikirin, derbên giran li dijmin dixistin û rê nedan dijmin, şehîd bûn. Sekn, têkoşîn, şerkerî, wêrekî û fedaîtiya herdu hevrêyên me wê timî rê nîşanî me hevrêyên xwe bide û bibe hinceta me ya ji bo tolhildan û serketinê.”

HPG´ê ji bo şehîd Viyan Botan got, “Hevrêya me Viyan li bajarê serhildan û berxwedanê li Cizîrê ji dayik bûye. Sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Li qadên Cûdî, Qendîl û Zê ma û bi kedeke mezin ji qada Zê hez kir ku bîranîna gelek hevrêyên şehîd lê hene û ti carî nexwest ji wir biçe. Hevrêya me Viyan yek ji fermandarên me yên bi ruhê fedaî bû, ewên ku nehiştin dijmin sala 2021’ê li Zê encamê bi dest bixe, li dijî êrişên dagirkeriyê yên 14’ê Nîsana 2022’yan jî di kêliya destpêkê de bi ser dijmin ve çû û êrişên dijmin tevizandin. Girê Şehîd Şahîn ku dijmin gelek caran hewl da hêzên xwe lê deyne, veguherand keleha berxwedanê û nehişt ku dijmin ji hewayê hêzên xwe deyne. Tevî hevrê Eylem ku bi hev re şehîd bû, derbên giran li dijmin xistin û kir ku dijmin ji vê qadê vekişe.” 

HPG´ê ji bo şehîd Eylem Ronî jî got, “Hevrêya me Eylem sala 2014’an di dema Berxwedana Kobanê ya dîrokî de partiya me nas kir. Sala 2017’an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêya me Eylem bi sekna xwe ya bi biryar a li Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê, bû milîtaneke pêşeng, mîsyona xwe ya pêşengiyê jî ji bo li qada leşkerî bi cih bîne, di çarçoveya projeya jinûve avakirinê de girîngiyeke mezin da perwerdeya pisporiya leşkerî. Hevrêya me Eylem ji bo xeta çalakiyê ya YJA Starê ku mohra xwe li sala 2021’ê xist, îsal jî dewam bike, bi biryardarî tevgeriya û li gel hevrêya xwe Viyan ku bi hev re şer kirin û şehîd bûn, 14’ê Nîsanê di kêliyên destpêkê de dest li êrişên dijmin werda û bi vî rengî karakterê şer û berxwedanê diyar kir. Cihê xwe di nava tîmên bi tevger de girt ku bi profesyonelî derbên giran li dijmin xistin û di şikandina dijmin a li girê Şehîd Şahîn de bû xwedî kedeke mezin.”

HPG´ê nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:

- Viyan Botan (Sevîm Dayar) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Kanîa û Mustafa, Nîsana 2022´yan li Zê şehîd bû.

-  Eylem Ronî (Dilvîn Ato) ya li Kobanê ji dayik bûye, keça Necla û Îbrahîm, Nîsana 2022´yan li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.