Ji bo tola şehîdan 12 dagirker kuştin

În 23 Tîrmeh 2021 - 01:59

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn, Bab û Ezazê li dagirkeran da. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 12 dagirker hatine kuştin. 

HRE´yê li ser çalakiyên 16 û 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, 16'ê Tîrmehê li gundê Elemdara ya navçeya Raco, yekîneya Şehîd Avesta çalakiyeke sabotjê kir.

Hate ragihandin ku di vê çalakiyê de 3 çeteyên dagirker hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

HRE'yê diyar kir ku 18'ê Tîrmehê li bajarê Efrînê, li taxa Vîlat çalakiya sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de jî wesayiteke dagirkeran hatiye teqandin, 2 çete jî birîndar bûne.

Di dewama daxuyaniyê de ji bo çalakiya 19'ê Tîrmehê ev agahî hatin dayîn: "Li herêma Babê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek hate kirin. Di encama çalakiyê de 2 wesayitên bi dokça, hatin teqandin. Di encamê de bi qasî ku hate zelalkirin, 7 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.

Heman rojê li gundê Kilcibrîn a navçeya Ezazê di çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû."

Di daxuyaniya HRE'yê hate ragihandin ku ev çalakî ji bo tolhildana sûcê dermirovî yê dewleta Tirk a dagirker a li hemberî şehîdgeha Efrînê hatine lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.