Ji bo tevahiya Iraqê çareserî ye

Sêşem 28 Sibat 2023 - 02:18

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ROJNEWS/ŞENGAL

 

Di 26’ê Sibatê de di çarçoveya kar û çalakiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê de, li navenda Şengalê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve ji bo danasîna fikrê neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê komxebatek berfireh bi sernavê “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de’’ pêk hat.

Çalakvana karê jinan Leyla Sefaret ku ji Bexdayê beşdarî komxebatê bibû, bal bire ser girîngiya Rêveberiya Xweser û diyar kir ku divê rê li ber xwerêvebirina Êzidiyan neyê girtin.

Sefaret destnîşan kir ku bi beşdariya vê komxebata neteweya demokratîk, wan dît ku ev fikir reya çareseriya pirsgirêkên bingehîn a Iraqê ye û got;“Bi rastî jî neteweya demokratîk çareseriya ji bo hemû Iraqê ye. Eger em bala xwe bidin, di neteweya demokratîk de, demokrasî ne tenê li ser ziman e, demokrasiya rastî di nava vê sîstemê de ye.’’

 

Ji bo êş bidawî bibe em ê hewildin

Leyla Sefaret bal bire ser zilma li ser civaka Êzidî û got, “Eger em berê xwe  bidin vê herêmê, xuya dibe ku çiqas zilm li vê civakê  hatiye kirin, çawa keç û jin hatine revandin û bazirganî bi wan hatiye kirin. Li vê derê li ser van hemû mijaran nîqaş hatin kirin, em jî ji aliyê  xwe ve ku cihê xwe di nav gelek sazî û rêxistinên jinan de digirin, ji bo êşa civaka Êzidî wê hewildanên me hebin.’’

 

Divê rê li ber xelkê Êzidî negrin

Çalakvana karê jinan Leyla Sefaret di dawiya nirxandina xwe de daxwaza civaka Êzidî ya xwerêvebirinê bibîrxist û got;“Em daxwaz dikin ku gelê herêmê xwe bi xwe bi rêve bibe û rê liber vê reveberiya wan neyê girtin. Êzidî ji her kesekî bêtir êşa xwe dizanin û dikarin xwe birêve bibin. Va ye niha jî li Şengalê rêveberiya herêma xwe dikin. Zarokên Şengalê bes in ji bo rêvebirina herêmê û ne pêwîst e kesekî din wan birêve bibe.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.