Ji bo Şukir Xeyat merasîmek û xelata zêrîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Kanûn 2022 - 05:39

  • Ji bo keda wî xelata zêr pêşkêşî hunermend Şukir Xeyat hat kirin.

Li Kifrî bi amadebûna hejmarek zêde ya welatiyan, di merasîmekê de wek rêzgirtin ji bo keda wî xelata zêr pêşkêşî Hunermend Şukir Xeyat hat kirin.

Di saetên êvarê de li Salona Rewşenbîrî ya bajaroka Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê ji aliyê Rêxistina Hawkarî Almanî û Projeya Xor ve merasîmek ji bo hunermend Şukir Xeyatî hat organîzekirin. Di merasîmê de madalya zêr pêşkêşî hunermend Şukir Xeyatî hat kirin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir, piştre peyama komîteya amadekar a merasîmê û qeymeqamtiya Kifrî hatin xwendin. Piştre jî sînevîzyonek li ser jiyana hunermend Şukir Xeyatî hat nîşandan.

Di dewama merasîmê de hunermend Dilniya Mehmud, koma Qelaya Şêrwane û çend hunermendek din bi stran û meqamên xwe yên herêmî reng dan merasîmê.

Di dawiya merasîmê de jî ji aliyê Berpirsê Mihwera Germesêr a Hêza Pêşmerge Mehmud Sengawî ve xelata zêr pêşkêşî Hunermend Şukir Xeyat hat kirin. Piştre jî kesên tevlî merasîmê bibûn gul pêşkêşî hunermend Şukir Xeyat kirin.

 

‘Beriya bimirin em bi qedrê wan zanibin’

Derbarê xelata rêzgirtinê de berpirsê merasîmê Fatîh Selam axivî û got, “Divê em wê şaşiyê ji holê rakin, beriya ku hunermendek bimire divê em li hember berhem û jiyana wî rêzdar bin û bi qîmeta wan zanibin. Ji lewma me pêwîst dît ku ji bo rêzgirtina keda hunermend Şukir Xeyat em xelata zêrîn pêşkêş bikin. Ev xelat salane ji aliyê Projeya Xor ve pêşkêşî hunermendên ku ji bo pêşxistina çanda Kurdî ked dane tê kirin.”

Şukir Mihemed Qadir bi nasnav Şukir Xeyat di sala 1940’an de li gundê Qelxanlu ya ser bi navçeya Xurmato hatiye dinê. Di sala 1953’an dest bi karê stran, helbest û meqamên Kurdî kiriye. Hevalê hunermend Elî Merdan bûye. Ji ber wî bi hunerê nekariye debara xwe bike, di sala 1957’an dest bi karê dirûnê (xeyatî) kiriye. Li gelek bajarên Kurdistanê geriyaye, çar salan li Rojhilatê Kurdistanê maye. Gelek ciwanên Kurd fêrî meqam (stran) kiriye û niha li Hewlêrê jiyan dike.

ROJNEWS/KIFRÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.