Ji bo statuya ziman îmze

Çarşem 17 Sibat 2021 - 01:44

Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê ji bo kampanyaya îmzayê ya bi dirûşma “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” bidin destpêkirin, li Cemiyeta Rojnamevanan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî beşdarî civînê bûn. Daxuyaniya ragihandina kapmanyayê bi zaravayên kurmancî û zazakî (kirmancî) yên zimanê kurdî û tirkî hat amadekirin. 

Li ser navê Komîsyona 21’ê Sibatê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman nasname û hebûna Kurdan e, û xwest her kes li kampanyayê xwedî derkeve û bi dilgermî beşdarî kampanyayê bibin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.