Namzeta Mûşê ya Partiya Çep a Kesk Sumeyye Boz îşaret girîngiya Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd kir û got, “Perwerdeya bi zimanê dayikê, misogerkirina statuya Kurdan wê ji bo me bibin karên esasî.”

Nifûsa Mûşê 410 hezar e û zêdeyî 220 hezar hilbijêrên lê hene. Armanca Partiya Çep a Kesk ew e ku li Mûşê hersê parlamenteriyan bi dest bixe. Namzetên Partiya Çep a Kesk jî Sezaî Temellî, Sumeyye Boz û Serhat Dûrsûn e.

Sumeyye Boz ji ANF'ê re axivî û got, ji bo dawî li rejîma yek şexsî bînin, ji bo bersivê bidin daxwazên jin, kedkar û bindestan, ew dixebitin. 

Divê em vê rejîmê hilweşînin

Boz destnîşan kir ku bi hilweşandina rejîma Qesrê re ku bi binçavkirin, êşkence û girtîgehê hewl dide bêdeng bike, ew ê ji bo azadiya girtiyên siyasî û dîlgirtiyan bixebitin û got;"Em bi rê dikevin ji bo gelê ku îradeya xwe hatiye desteserkirin, ji bo têkbirina tarîtiya polîtîkayên qeyûman. Hêza me ji her alî ve mezin dibe, bi tifaqan em di vê sedsalê de girîngiya hevgirtin û yekîtiyê destnîşan dikin. Bi Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd re li dijî polîtîkaya înkar û tinekirinê em ê ji bo hebûna gelê Kurd û misogerkirina nasnameya kurd li destûra bingehîn, ji bo pêkanîna perwerdeya bi zimanê dayikê, ji bo Kurd bibin xwedî statu, ji bo jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet a gelê Kurd bi gelên din re, ji bo avakirina destûreke bingehîn a nenavendî, em ê bixebitin."

Sumeyye Boz kiye?

Boz sala 1985'an li Mûşê ji dayik bû. Boz di sala 2015'an de li Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ya HDP'î weke koordînatora perwerdeyê kar kir. Ew sala 2019'an li Şaredariya Rêya Armûşê ya HDP'î dest bi wezîfeya şêwirmendiya rêveberiyên xwecihî ya Hevşaredariyê kir û li Midûriyeta Spor û Ciwanan dest bi wezîfeyê kir. Boz di sala 2019'an de piştî ku qeyûm careke din dest danî ser şaredariyê, careke din ji wezîfeyê hate dûrxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN