- Va ye havîn ber bi dawiyê ve diçe payîz tê. Li devera Colemêrgê sewalvan bi biharê re pezê xwe dibin zozanan.
MIHEME PORGEBOL
Va ye havîn ber bi dawiyê ve diçe payîz tê. Li devera Colemêrgê sewalvan bi biharê re pezê xwe dibin zozanan.
Piştî ku li zozanan hewa dicemide, ew amadekariyên vegerê dikin. Wan havînê giya didirût û niha jî wext e ku wî giyayî daxin gundan da ku zivistanê bidin pezê xwe. Em li wan gund û zozanên çiyayên Reşko û Çiya Reş in û roj hîna nû dihile û tîhna xwe dide gund û zozanan.