Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê ragihandin ku di 27 û 29'ê Adarê de wê li ber Sefaretxaneyên Iraqê yên li Ewropayê û li gelek bajarên Elmanyayê dakevin qadan û xwedî li Şengalê derkevin. Saziyan ji bo Şengalê banga tevlîbûna van çalakiyan kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî lihevkirina Bexda, Enqere û Hewlerê, ji 9'ê Cotmehê 2020'an ve çiqas çû zextên Iraqê li ser rêveberiya Şengalê giran bûn. Gelek caran heyet ji Şengalê çûn Bexdayê, gelek soz hatin dayîn, lê ew soz mixabin ne hatin girtin û durûtiya wan diyar bû.”
Saziyan diyar kirin ku dewleta Tirk a faşîst bi Iraqê da qebûlkirin ku rêveberiyek xweser li Şengalê çênebe û işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên xêrnexwaz çav berdane Şengalê û ev bang hate kirin: "Divê Êzidiyên li tevahiya cîhanê belav bûne rabin ser xwe û li Şengal a cihê bav û kalan xwedî derkevin. Şengalek bê asayîş û bê îrade, lawazkirin û tunekirina Êzidiyatiyê ye. Em li ser vî esasî dubare bang dikin ku civaka me van rojên bê li dijî xeteriya li ser Asayîşa Şengalê dakeve qadan."
Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku wê di 27'ê Adara 2021'ê de li seransera Elmanyayê, bi taybetî li bajarên Hannover, Bîelefeld, Saarbrucken, Bremen, Oldenbûrg û Dusseldorfê çalakî ben lidarxistin.
Roja 29'ê Adara 2021'ê jî wê li gelemperiya Ewropayê li ber Sefaretxaneyên Bilind ên Iraqê çalakiyên şermezarkirinê pêk werin.
NAVENDA NÛÇEYAN