Ji bo Şehîd Hêlînê doza xwe bir DMME’yê

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:21

  • Înternasyonalîsta Ingilîz Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) gava ku di Berxwedana Sedsalê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê şer dikir, Adara 2018´an hîna 27 salî, şehîd bûbû.

Înternasyonalîsta Ingilîz Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) gava ku di Berxwedana Sedsalê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê şer dikir, Adara 2018´an hîna 27 salî, şehîd bûbû. Malabat wê ji hingê ve li ber xwe dide da ku cenazeyê wê bîne û karibe veşêre. Lê dewleta Tirk a dagirker heta niha pêşî li vê yekê girtiye. 

Bavê Anna Campbell a ji Bristolê, Dirk Campbell niha doza xwe ya ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe bir ber Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) da ku zorê li Tirkiyeyê bike.

Wî ji BBC´yê re got, hikûmeta Tirk xwe li daxwazên wî hemûyan kerr kiriye û hikûmeta Ingilîz jî gunehbar kir ji ber ku pişta doza wî nagire. 

Campbell got, “Tevî ku dewleta Tirk kantona Efrînê kontrol dike, rayedarên wê bersiv jî nedan daxwazên min ên ji bo vegerandina cenazeyê keça min. Wezareta “Karên Derve ya Ingilîz ti alîkarî nekir. Ji ber wê ez doza xwe dibin ber DMME´yê. Ez hêvî dikim li wir edalet pêk were û bala civaka navneteweyî biçe ser sûcên şer ên belav ên dewleta Tirk.”

Îro li Bristolê gelek resmên dîwaran hene ku Anna Campell bi bîr tînin û dibêjin “Şehîd Namirin”.

Li ser pirsa BBC´yê rayedarên Ingilîz gotina, derfetên wan ên alîkariyê pirr kêm in ji bo vegerandina cenazeyê Anna Campell. Lê malbata Campell jî bi propagandaya PKK´ê gunehbar kir. 

Dirk Campbell bi xwe got, ew bi keça xwe serbilind e û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê dewam bike û xwest xelk destekê bidinê da ku karibe mesrefên doza li DMME´yê bide.  

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.