- Murad Bayram: Em dixwazin dezegeheke medyaya Kurdî hebe û karibe bi pîvanên navneteweyî kar bike. Lê di heman demê de ji dîrok û raya xwe neqetiyayî be. Ev nav Botan e, herêmî ye lê di heman wextî de navneteweyî ye.
ARDÎN DÎREN
Murad Bayram piştî ku li Zanîngeha Oxfordê li ser “Rojnamevaniya Dîjîtal” perwerde dibe, xwe qaneh dike ku vê perwerdeyê li Kurdistanê jî bike. Bi vê armancê ew li Amedê “Botan International”ê ava dike û li vir bi alîkariya rojnamevanên Kurd, kargehên rojnamevaniya Kurdî bi rêve dibe. Ji bilî kargehan, ew dixwaze perwerdeya rojnamevaniya Kurdî bê dayîn, dezgehek hebe ku rasterast karibe li ser rojnamevaniya Kurdî perwerde bike. Lewma jî ji bo projeyan miracaet dike û vê xeyala xwe pêk tîne. Botan International ev nêzî salekê ye li Amedê hatiye damezirandin û karên perwerdehiya rojnamevaniya Kurdî bi rê ve dibe. Murad Bayram behsa damezirandina Botan International û xebatên wê kir.
Xwe dispêre mîrateya Botanê
Murad Bayram destpêkê balê dikişîne ser mîrateya Botanê, “Koka me ya giştî raya stûr Kurdbûn e. Ji bilî Kurdbûnê jî me her yekî, nasnameyeke herêmî jî heye. Wek mînak ez Botî me, hin kes Serhedî ne. Her herêmek çandeke wê ya xweser heye. Me jî xwest em ciyê xwe li ser mîrateyên Botîyan mezin bikin. Ji ber wê me navê wê kire Botan. Me nexwest tenê herêmî be, her wiha me xwest navneteweyî jî be. Ji ber wê jî me navê International lê zêde kir û bi vî awayî bû Botan International. Em dixwazin dezgeheke medyaya Kurdî hebe û karibe bi pîvanên navneteweyî kar bike. Lê di heman demê de ji dîrok û raya xwe neqetiyayî be. Ev nav Botan e, herêmî ye lê di heman wextî de navneteweyî ye.”
Ejdehayê Cezerî û hawara Celadet
Murad Bayram derbarê mane û hilbijartina logoya “Botan International” de jî dibêje, “Logoya me ji du tiştan pêk tê. Yek serê ejdehayekî ye. Du pêlên dengî ji devê ejdeha derdikevin. Ew ejdeha beşek ji sembola Botanê ya Cizîrê ye. Îsmaîl Ebulîz Cezerî çêkiriye ev sembol. Bi vê yekê em qîmetê didin zanista Kurdan. Di sembola Cezerî de du ejdeha hene. Yek nîşana Dîcle, ya din jî nîşana Ferêt e. Ev sembol ji me re dibêje, dîroka Kurdan wek Dîcle û Ferat ji demên qedîm yên ejdehayan hatiye. Di navbera her du ejdehayan de jî serê şêrekî heye. Ev jî tê vê maneyê, dibêje ku kesên li vir dijîn weke şêran wêrek û xweşmêr in. Li jêr jî serê du teyran ango balindeyan heye. Ev jî ji me re dibêje, kesên ku li ser vê axê dijîn serbilind in û weke teyrekî dijîn. Paşê me xwest em tiştekî ji jiyana modern jî lê zêde bikin. Celadet Alî Bedirxan sala 1932’yan bi navê Hawar kovarek derxist û rojnamevaniya modern da destpêkirin. Celadetî weke logoya Hawar û Ronahiyê îmzeyeke xwe ya pêl bikaraniye. Me ew îmzeya Celadet weke pêla ji devê ejdehayê Cezerî derdikeve, bi kar anî. Me got ev hawara me ya 2020’an e. Me xwest sembola me perspektîfa me nîşan bide.”
Piştî Oxfordê li Amedê
Murad Bayram ji bo karibe ciyekî wiha saz bike û perwerdeyê bi rê ve bibe, pêşî xwe perwerde dike: “Sala 2019’an min li Zanîngeha Oxfordê ‘Perwerdeya Rojnamevaniya Dîjîtal’ xwend. Piştî hingê, min biryar da ku vê perwerdeyê ji bo Kurdan jî çêkim. Pêşî li ‘Bîanet’ê me weke kargeheke di nav kargehên Tirkî de salê carekê ‘Kargeha Rojnamevaniya Kurdî’ çêkir. Min û rojnamevan Ferîd Demîr bi hev re dest pê kir, paşê ji Jinnewsê Safiye Alagaş, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) M.Ali Ertaş beşdarî bernameyê bû. Piştî salekê me biryar da ku ev dersên rojnamevaniya Kurdî ne salê careke bên dayîn. Me got, divê dezgeheke rasterast ya perwerdeya rojnamevaniya Kurdî hebe.”
Rojnamegeriya Kurdî ya Dîjîtal
Di bin banê “Botan Ineternational”ê de du kargehên “Rojnamevaniya Kurdî ya Dîjîtal” bi rê ve diçin û ders bi Kurdî ne. Di dawiyê de encama kargehan dibe pirtûk. Murad Bayram dibêje, “Me dersên xwe weke kitêbekê bi navê ‘Rojnamevaniya Kurdî ya Dîjîtal’ çap kir û online weşand. Bi tevahî 75 kes perwerde bûn, lê me xwest Kurd hemû jê sûd bigirin, ji ber wê jî me ders weke pirtûk çap kirin.”
Kadroyeke Kurd ji bo Kurdan
Murad Bayram dibêje, gelek rojnamevanên kurd tecrûbeyên xwe bi Kurdî parve kirine û her wiha rojnamevanên Kurd ên ji ajans û rojnameyên biyanî re dixebitin jî tecrûbeyên xwe parve kirine. Sertaç Kayar, Rêdûr Dîcle, Hatîce Kamer û Mahmûd Bozarslan di nava van de hebûn. Murad Bayram wiha behsa encamê dike: "Bi vî awayî me kadroyeke ku dikare li ser rojnamevaniya dîjîtal, bi Kurdî perwerde bike, ava kir. Ev kadroyeke navxweyî ye û ji Kurdan pêk tê.”
Ji RSF’yê piştgirî digirin
Piştî van kargehan û perwerdeya rojnamevaniya dijîtal, bi sistbûna pandemiyê re Murad Bayram ji Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) re dinivîse, karên wan diecibîne û piştgiriyê dide Botan International. Murad Bayram dibêje, “Me ji wan re got, heta niha me online perwerde kir, lê em dixwazin êdî rû bi rû perwerde bikin. Li Amedê cihek nîn bû ku rojnamevan biçinê, nûçeyên xwe lê binivîsin, yan jî vîdeo û podcastên xwe lê qeyd bikin. Me xwest em ofîseke baş damezirînin û bila rojnamevan karibin lê bixebitin. Gava min ev fikir bi RSF´ê re parve kir, gelekî ji fikra min hez kirin. Wan jî got, baş e, ava bikin em ê piştgiriyê bidin we. Alavên ku aniha em bi kar tînîn, me bi piştgiriya wan kirîn û ev der ava kir.”
Murad Bayram piştî ku piştigiriyê ji RSF’yê digire, projeyê berfirehtir dike. Murad Bayram dibêje, “Pêşî proje tenê perwerdeya rojnamevaniya Kurdî bû. Lê niha proje guherî û bû piştgirîdayîn û bipêşxistina rojnamevaniya Kurdî. Me du caran navê Kurdî xist nav projeya navneteweyî. Ev ji bo me gelekî bi qîmet e, ji ber ku dewletên berê me bi wan re têkilî çêkirî, digotin bila rasterast navê Kurdan di projeyê de nebe. Mesela digotin, bibêje zimanê herêmê, mafê xweîfadekirinê û wekî din. Nedixwestin em rasterast bibêjin medyaya Kurd. Lê şikir me ev tişt qebûl nekir û navê Kurdî di projeyê de bi cih kir.”
Piştek ji medyaya Kurdî re
Murad Bayram herî dawî dibêje,, “Dewlet yan jî rêxistinên deshilatdar rê nedena Kurdan ku bi zimanê xwe perwerde bibin. Êdî me ew derfetên xwe bi dest xistine. Em alîgirê hemû dezgehên Kurdan in. Em alîgirê medyaya Kurdî ne. Deriyê me ji komaleyên Kurdan hemûyan re jî vekiriye. Kurdiya nivîskî baş nagihîje civakê ji ber ku gelek kes nikarin bixwînin. Lê podcast û vîdeo derfeteke baş e. Di roja îro de qîmeta wan zêdetir bûye. Kesên karibin Kurdî fêhm bikin, zêdetir in, ji ber wê, civaka ku vîdeo û podcast xitabî wan bike, mezintir e.”