ERDOGAN ZAMUR/CENEVRE
Bi rasthatina salvegra bêbextiya navneteweyî ya ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, meşên dirêj tên lidarxistin. Îsal meşa înernasyonalîstan ji bajarê Swîsreyê Cenevreyê dest pê kir. Meş bi şîarên “Ji bo bidawîkirina şer, tecrîd û zilma siyasî, ji bo aştî, demokrasî û azadiyê em dimeşin”, “Felsefeya Rêber Apo jiyana me ye” bi rê ve diçe. Doh bêhtirî 120 înternasyonalîstî ji meydana Place de Neuve dest bi meşa xwe kir. Meşvanan li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê daxuyaniyek da çapemeniyê û ji wir ber bi bajarê Versoixê ve meşiyan.
Bêhtirî 120 înternasyonalîstên ji Elmanya, Spanya, Katalanya, Portekîz, Ingilîstan, Swîsre, Slovenya, Bulxeristan, Kenya, Meksîka, Mecaristan, Awustruya, Brezîlya û Hindistanê û gelek Kurdistanî jî tevlî çalakiyê bûn.
Înternasyonalîst û meşvanên din heta bi avahiya ofîsa NY'yê ya li Cenevreyê meşiyan û li wir civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Hevseroka Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Selma Suren, pêşî sersaxî xwest ji kesên di erdhejê de rehmet kirine û şîfa xêrê ji birîndaran re xwest. Wê paşê got, “Em ji bo Serok Apo îro li vir in. Ev 24 sal in ku Rêber Apo dîl hatiye girtin. Miletê Ewrûpayê, CPT, NY beramberî vê rewşa tecrîda bi deh salan bê deng in.”
Mexdûrên erdhejê tenê nehêlin
Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî sersaxî xwest ji bo welatiyên li Bakur û rojavayê Kurdistanê ji ber erdhejê rehmet kirine. Wî got, “Nabe ku xelkê me yê li Ewrûpapyê miletê me yê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tenê bihêle.
Rêbertiya me ev 24 sal in tecîrdkirî ye. Bi vê meşa dirêj tevî înternasyonalîstan em doza azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe dikin. Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê tevî dostên xwe têkoşîna xwe dewam bikin.”
Divê bi diyalogê çareser bibe
Parlamentera SP'yê Laurence Fehlmann Rielle jî got,“Em doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a demokrasiyê heye û Kurd mexdûrê vê nebûna demokrasiyê ne. Em hewl didin ku ev pirsgirêk bi diyalog û rêbazên aştiyane çareser bibe.”
Cihgira şaredara Cenevreyê Christina Kitsos jî got, “Li ser gelê Kurd û Rêbertiya wî zext û tecrîd hene. Weke şaredariya Cenevreyê em destekê didin Kurd înternasyonalîstên tevlî çalakiyê bûne. Di warê erdheja li Kurdistanê de jî çi alîkarî ji destê me bê, em ê bikin.”
Felsefeya me ya jiyanê ye
Ji Înternasyonalîstan Franziska Schulz dibêje, “Em ji bo azadiya Ocalan hatin vir. Paradîgmaya Abdullah Ocalan pêşniyaz kiriye, felsefeya me ya jiyanê ye.”
Meşvana ji Fransayê Clement Monatte jî dibêje, “Bi vê meşê em yeqîn dikin ku em ê tecrîdkirina Rêber Apo bişikînin.”