Ji bo pirtûkên Kurdî Makpirtûk

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 28 Mijdar 2022 - 05:46

  • Malpera bi navê Makpirtûk ku navenda wê li Elmanyayê ye dest bi karên xwe kir. Malper bi armanca ku ji xwînerên Kurdî re bibe bersiv û vê kêmasiya xwe gihandina pirtûkan ji holê rake vebû. Makpirtûk dixwaze di navbera xwîner û berheman de bibe pirek.

Malpera pirtûkên Kurdî “Makpirtûk”, bi dirûşmeya “derguşa pirtûkên kurdî” hatibû damezirandin. Wê niha ragihand ku êdî pergala wan ji bo pirtûkkirrînê û xwe gihandina berheman, temam bûye û niha her kesê ku li Ewrûpa û dîsporayê, dikare xwe bi awayekî hêsanî bigihîne pirtûkên Kurdî. Malper bi sê zimanan, Elmanî, Kurdî û Ingilîzî hatiye avakirin ji bo hemû welatan kargoyan rê dike û her wiha hemû rêbazên peredayinê jî guncaw kiriye da ku xelk zehmetiyê nekişînin û bi rehetî pirtûkên dixwazin, bikirin. Yanî wan di vî warî de pergaleke navneteweyî ava kiriye û qederê 15 hezar pirtûkî li malpera xwe bar kirine.

Ew li ser navê malperê “Makpirtûk” jî gelekî fikirîne û herî dawî ev nav hilbijartine. Piştî gelek pêşniyaz û niqaşan, biryar dane vî navî lê bikin. Sebeba vî navî jî wiha diyar dikin, “Piştî pêşniyazan em her tim li ‘Mak’ê vedigeriyan. Li gel hewldanên pozîtîf yên ji bo xwendina bi Kurdî, derûdora me û ciwanên ku zarokên wan nû çêbûbûn ji ziman û çîrokên Kurdî dûr ketibûn. Xaya me ji vî navî, ziman e.”

 

Dibe pireke navbera xwîner û berhem

Navenda makpirtuk.de li Elmanyayê ye. Wê ragihand ku wan dest bi karên xwe kiriye û ji bo hemû welatên Ewrûpayê pergalek ava kiriye da ku xwînerên Kurdî, xwe bigihînin pirtûkên Kurdî û bixwînin. Makpirtûk xwe di navbera xwîner û berheman de weke pirekê bi nav dike. Wê di daxuyaniya xwe ya ser medyaya civakî de got; “Me divê di serî de dîyar bikin ku em bi navê MakPirtûk.com pirtûkfroşiya online dikin. Navenda me li Elmanyayê ye. Em dixwazin her çi berhemên Kurdî û yên derbarê Kurdan de hebin, di demeke kin de bigihînin ber destên xwîneran. Qada xebata me bi taybetî hemû welatên Ewrûpayê ne. Herwisa li gor daxwazê em dê xwe bigihînin xwînerên Kurdî yên li seranserê cîhanê jî. Xwînerên me li kîjan welatên cîhanê bin em dê bi rêyên herî guncav ji wan re bibin bersiv û em dê xwestekên wan yên pirtûkan bigihînin ber destên wan. Bi vî şiklî em dê pireya di navbera xwîner û berhemên kurdî xurt, rêyên asê hêsan û kurt bikin.” 

 

Nexasim ji bo Kurdên dîasporayê

makpirtuk.de zanîn ku li dîasporayê, xwe gihandina pirtûkên Kurdî gelek zehmet bûye û wan jî xwestiye vê meseleya hanê hal bikin yan jî sivik bikin: “Meseleya me ya dest pê kirina karekî wiha her ji me dest pê kir û me nedikarî bi rehetî em xwe bigihînin pirtûkên Kurdî. Em wekî çend ciwanên Kurd ên ku li Ewrupayê dijîn, gava me berê xwe da xwendina edebiyata Kurdî û metnên Kurdî em yekser rûbirûyê astengiyekê hatin ku ew zehmetiya bidestxisitina wan cure berheman bû. Gava me ji derdora xwe pirsî, em jê haydar bûn ku bi kêmanî beşek mezin a Kurdên dîasporê di vî warî de zehmetiyan dikşîne. Fikra avakirina makpirtûkê ji vê hayjêhebûnê çêbû.” 

 

Ji hemû weşanxaneyan nimûne hene

Makpirtûk ji bo karibe vî karî bi rêk û pêk bike, piştî xebatên dûr û dirêj xwe gihandiye gelek weşanxaneyên Kurd û pirtûkên ku wan çap kirine li malpera xwe bar kirine. Niha bi riya malperê, kesên li Ewrûpayê, dikarin xwe bi hêsanî bigihînin pirtûkan. Makpirtûk li endişeyê hêvî û motivasyona xwe ya vî karî wiha dide der: “Divê were gotin ku li rex endîşeya bazirganiyê motîvasyona me ya sereke ew e ku em pirtûkên zimanê xwe bi rehetî bigihînin ber destên miletê me yê vê derê ku bi fikra me ev yek dê sîrkulasyonek baş çêke di navbera van kesan de û îhtimal e rê li ber gelek xebatên çandî-edebî veke. Niha hema bêje, me ji hemû weşanxneyên Kurdî pirtûk berhevkirine û wan li malpera xwe bar dikin. Piştî ku ev kar qediya em ê bi awayekî profesyonel û motîvasyoneke bilind dest bi karê xwe bikin. Em hêvî dikin ku MakPirtûk bibe dilopek biçûk li warê xwendin û lêkolînên Kurdî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.