Ji bo PDK’ê kar dike

În 19 Tîrmeh 2024 - 00:32

Endamê Hevpeymaniya Fetih, Elî Fetlawî di daxuyaniyek ji bo çapemeniyê de rexne li şêwazê karkirin û helwesta Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ya li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk kir û got:“Helwesta Fuad Hisên ya li beramberî binpêkirinên dewleta Tirk heman helwesta PDK’ê ye.”

Fetlawî diyarkir ku bêdengiya Fuad Hisên nîşan dide ku berjewendiyên Hewlêr û Enqereyê bi hev re hene û ji ber wê ye partiya Mesûd Barzanî jî li hember tiştên diqewimin bêdeng e.

Elî Fetlawî eşkere kir ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê ti helwestek tûnd li beramberî binpêkirinên dewleta Tirk nîşan nedaye û ji ber bêdengiya Bexda û Hewlêrê artêşa Tirk binpêkirinên xwe yên li ser xaka Iraqê berdewam dike.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.