Ji bo parastina avê kurtefilmek

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Adar 2021 - 00:07

Ji bo parastina ava rûbaran, anbîmasyona bi navê Enkî hat çêkirin.

Ev film ji aliyê kompanya Şanoya Mask ve hatiye çêkirin. Qehremanê anîmasyonê di destpêkê de dibêje, "Ez Enkî me. Ruhê behremendî, aqil û afirandinê me. Û ez yê avê me jî. Ha erê, û yê netebtetiyê jî." Ew behsa herikîna ava Dîcle û Firatê dike. Çawa ji xweza, heywan û mirovan re dibin jiyan. Ew bang li her kesî dike da ku van avan paqij bihêlin, wan neherimînin, da ku jiyan jî ji bo xweza, heywan û mirovan karibe bi xweşî dewam bike. Film diyarî Nabil Musa hatiye kirin, parazvanê avê li bakurê Dîcleyê li Iraqê. Bob Frith çîroka anîmasyonê nivîsiye. Karê anîmasyonê Kain Leo kiriye û Loz Kaye jî muzîka wê çêkiriye. Dublaja filmê bi Kurdî (Soranî) û Erebî jî heye.

Lînka anîmasyonê li jêr e:

https://www.youtube.com/watch?v=uaS7NPk-QFU

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.