ÎBRAHÎM ÊZIDÎ
ROJNEWS/ŞENGAL
Li Komelgeha Guhbel a Şengalê jinên ciwan ji bo piştgiriya bi PADÊ re pêşbirkeke bezê li dar xist. Yekem û dûyem hatin xelatkirin û ji bo namzetê PADÊ Semîr Derwêş banga piştgiriyê hate kirin.
Çav li rê ye ku 10’ê Cotmeha 2021’an Hilbijartinên Pêşxwe yên Parlamentoya Iraqê werin lidarxistin. PADÊ jî îsal bi kelecaneke xurt careke din tevlî hilbijartinan dibe û namzetê PADÊ yê îsal Semîr Derwêş e.
Yekîtiya Ciwanên Êzîdî li Komelgeha Guhbel a Şengalê, ji bo piştgiriya namzetê PADÊ pêşbirkeke bezê li dar xist. 15 jinên ciwan tevlî pêşbirkê bûn.
Pêşbirkê ji nav bazara Guhbel heta avahiya Şaredariya Gel dewam kir. Roniya Qasim bû yekem û Ruyeda Qasim jî bû dûyem. Hevserokatiya PADÊ herdu xelat kirin.
Hevseroka PADÊ Zehra Silêman got; “Sozên ku namzetê me Semîr Derwêş dane, em careke din ji bo gelê xwe dubare dikin. Bi salan e li ser navê Êzîdiyan gelek kes çûn parlamenê, lê berê xwe ji wan dan alî. Emê vê yekê nekin û em ê vê qebûl jî nekin. Weke PADÊ, çawa berê, em ê niha jî li kêleka gelê xwe bin.”
Endama Tevgera Azadiya Jinê Êzidî Zozan Şengalî jî got, “Her Êzîdiyek li ku derê be, bila piştgiriyê bide Semîr Derwêş.”