- Emîne Şahîngoz ji bo Osetî nemire hewl dide. Ew doktoraya xwe li Zanîngeha Goethe a li Frankfurtê çêdike. Di heman demê de ew dersên Osetî jî êdî li Frankfurtê dide.
Emîne Şahîngoz ji bo Osetî nemire hewl dide. Ew doktoraya xwe li Zanîngeha Goethe a li Frankfurtê çêdike. Di heman demê de ew dersên Osetî jî êdî li Frankfurtê dide.
Gava ku mirov di zarokî û ciwaniya xwe de fêr nebe, mirov çawa wî zimanî biparêze? Emine Şahingoz zimanzanek e ku bi vê pirsê dadikeve. Ew doktoraya xwe li ser zimanê Osetî dinivîse. Ew dibêje, "Ez pê hisiyam ku ziman dimire û min xwest tiştekî bikim."
Ew ji Othmara Glas re peyiviye û rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung jî sohbeta wan weşandiye. Ew dibêje, li Elmanyayê ew kesa yekem e ku li ser Osetî kar dike. Bavê wê di salên 80´yî de weke karker çûye Elmanyayê. Bavê wê Oset e.
Li mala wan Osetî hatiye peyivîn. Wê beriya niha ji bo mastera xwe şêwezarên Osetî Dîgorî û Îronî li ber hev girtibûn. Niha bi doktoraya xwe ew berê xwe dide dengê "i" di zimanê Osetî de. Osetî yek ji 2200 zimanên di lîsteya UNESCO´yê ya zimanên li ber nemanê de ye. Li dinyayê texmînî qederê nîv milyon mirovî bi Osetî dipeyivin. Lê li Rûsyayê ji bo 300 hezar Osetiyî, zimanê sereke dîsa jî Rûsî ye.
Li Frankfurtê ew dixwaze Osetî hîn bike. Piştî ku doktoraya xwe qedand jî ew ê karê xwe yê zimanzaniyê dewam bike.
FRANKFURT