• Bi wesîleya salvegrea 23'an a komploya navneteweyî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan û miletê Kurd hate kirin, li Îtalyayê karê dîplomasiyê hate kirin.

Li Îtalyayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' bi gelek şaredariyan re hevdîtin hatin kirin û ji bo tevlîbûna li meşê, afîş hatin daliqandin.

Bi wesîleya salvegrea 23'an a komploya navneteweyî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan û miletê Kurd hate kirin, li Îtalyayê karê dîplomasiyê hate kirin.

Şandeyek bi pêşengiya Buroya Agahdarkirinê ya Kurdistanê li Roma, Montova û Cenovayê bi şaredariyan re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinan de ji şaredariyên navbirî hate xwestin ku welatîbûna rûmetê bidin Rêber Abdullah Ocalan û îşaret bi rewşa girtiyên nexweş bi taybetî jî rewşa Aysel Tûglûk hate kirin.

Bi rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan re jî hevdîtin hatin kirin. Di dema van hevdîtinan de ji bo kampanya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, piştgirî hate xwestin.

Li Roma û Montovayê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' ya Yekîtiya Ewrûpayê bê derxistin, dezgehên berhevkirina îmzeyan hatin danîn, ji bo meşa şermezarkirina komploya navneteweyî ku wê 12'ê Sibatê bê lidarxistin jî li Roma û Mîlanoyê afîş hatin daliqandin.

Her wiha wesayîteke reklaman bi wêneyekî mezin ê Rêber Abdullah Ocalan heta 11'ê Sibatê wê li kolanên Romayê bigere û bang li şêniyên bajêr bike da ku tevlî meşê bibin.

ANF/ROMA