Li bajarên Fransayê Parîs û Marignaney û li bajarê Elmanyayê Hannoverê, Kurdistanî bi pêşengiya ciwanan daketin meydanan, daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin û li ber êrişên dagirkeriyê rabûn. 

Li banliyoya Evry a paytexta Fransayê Parîsê, li ser banga aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Têkoşer (TÊKO-JIN) Kurdistanî civiyan û di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan.

Xelk danê êvarê kom bû û ji ber Komeleya Çanda Kurd dest bi meşê kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Azadî ji Ocalan re”, “Ciwan fedayiyên Apo ne” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin gotin.

Li ser navê navê ciwanan di daxuyaniyê de hat xwestin ku tecrîd tavilê bi dawî bibe û Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

Piştî meşa qederê saetekê, li ber stasyona trenê ya Gringyê mîtîngek hate lidarxistin.

Li Marignaneyê jî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û tecrîdkirina Ocalan hatin şermezarkirin.

Li bajarê Elmanyayê Hannoverê jî aktîvîstên TCŞ’ê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de çalakî li dar xist.

Aktîvîstan ji PDK’ê xwest dev ji xiyanetê berde û helwêsta wê ya aligirê dagirkeran hate şermezarkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN