Ji bo mîtinga 8'ê Adarê bang
Pêncşem 6 Adar 2025 - 03:15
Endama Komîteya Amadekar Delal Ozbey ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku li Qada Îstasyonê ya Amedê wê bi dirûşmeya "Em li dijî qirkirina jinê serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin" bê lidarxistin, bangawazî kir û got, "Em li dijî qirkirina jinê serî hildidin."
Amadekariyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku wê îsal li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan serî hildin, ber bi azadiyê ve dimeşin" bê pîrozkirin bênavber dewam dikin. Di çarçoveya 8'ê Adarê de wê li gelek bajaran di dîrokên cuda de mîtîng bên lidarxistin. Yek ji bajarên ku wê mîtîng lê bê lidarxistin jî Amed e. Hemû amadekariyên mîtînga mezin a 8'ê Adarê li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bê lidarxistin, bê navber dewam dikin. Li gelek taxên bajêr pankart, al û pankartên banga mîtîngê hatin daliqandin.
Der barê amadekariyan de endama komîteya amadekar a mîtînga Amedê ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê Delal Ozbey nirxandinek kir.
Em serî hildidin
Delal Ozbey der barê amadekariyên xwe de ev agahî parve kir: “Me di 17’ê Sibatê de komîteya amadekar ava kir. Ji wê rojê û vir ve amadekariyên me yên ji bo 8'ê Adarê bi hemû leza xwe dewam dikin. Beriya her tiştî me ji bo mîtînga 8’ê Adarê serlêdan kir. Dema ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin wê mîtîngek bi dirûşma ‘Em li dijî qirkirina jinê serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin’ were amadekirin. Aktîvîstên TJA'yê Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, Berdevka Meclisa Jinan a DEM'ê Halîde Turkoglû weke qiseker tev li mîtîngê bibin û Rojda jî weke hunermend wê were. Em xebatên xwe li ser vî esasî dimeşînin. Em hewl didin mîtînga 8’ê Adarê li qadên ku em karibin xwe bigihînin raya giştî organîze bikin. Di vê çarçoveyê de ji bo vexwendina beşdaran em ê dest bi belavkirina belavokan bikin. Me di hinek xalan de jî dest pê kir."
Em li benda we ne
Delal Ozbey piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bal kişand ser girîngiya rola jinê ya ji bo aştiyê û diyar kir ku divê di vê çarçoveyê de hemû jin li qada mîtîngê bin û ev bang kir: "Em ji bo avakirina civaka demokratîk a li ser esasê jîneolojiyê têkoşîna azadiya jinê dimeşînin û li bendê ne ku jin di 8’ê Adarê de bi me re vê kelecanê bijîn. Em wek jin ji aştiyê re amade ne. Em amade ne ku ji bo aştiyê her tiştî bikin. Em dizanin ku rola jinan di pêvajoya aştiyê de çiqasî girîng e. Em li bendê ne ku di van hemû pêvajoyên girîng de jin bi me re li qadên 8'ê Adarê bi tilîliyên xwe hembêz bikin."
JINNEWS/AMED