- Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer pêşbirkeke wêjeyî ji bo jinên ciwan ên navçeya Kelarê li dar dixe.
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer pêşbirkeke wêjeyî ji bo jinên ciwan ên navçeya Kelarê li dar dixe. Pêşbirk gotar, helbest û çîrokan li xwe digire. Kesên di pêşbirkê de bi serketina wê werin xelatkirin.
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, 9’ê Adarê pêşbirkeke wêjeyî ji bo jinên ciwan ên sînorê navçeya Kelarê dibin dirûşma “xeta tekoşînê bi pênûsa jinan tê nivîsandin” dide destpêkirin. Wê pêşbirk 20 rojan bidome.
Jinên ciwan ên temenê wan di navbera 15-35’an de dikarin heta 1’ê Nîsana 2022’yan bi gotar, helbest û çîrokên xwe tevlî pêşbirkê bibin.
Pêşbirk diyarî wan jinan hatiye kirin yên ku di dema Enfalê de bi dest rejima Beesê hatine revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.
Roja 2’yê Nîsana 2022’an jî bi merasîmekê kesên serketî wê werin xelatkirin.
Kesên bixwazin tevlî pêşbirkê bibin, dikarin berhemên xwe ji vê navnîşanê re bişînin; adarkurdish74@gmail.com
NAVENDA NÛÇEYAN