Ji bo mêhtingehan dar tên birrîn

Sêşem 28 Sibat 2023 - 00:20

Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina Efrînê ve (18`ê Adara 2018´an) bi dehan mêhtingeh lê ava kirine. Sûcên dagirkeran ên li dijî xwezaya Efrînê, didomin.

Çeteyên Ceyş El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker ji bo avakirina mêhtingeheke din li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, bi sedan dar birrîn.

Çeteyên Ceyş El Şerqiye 200 darên zeytûnan ên xelkê gundê Firîrê yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê birrîn, ji bo ku mêhtingeheke din lê ava bikin. Di serî de jî kon lê vegirtin.

Her wiha çeteyan 300 darên zeytûnan ên kooperatîfên yekitiya cotkaran ên gundê Sidîgankê yê heman navçeyê, birrîn.

 

Li Bilbilê jî bi dehan dar birrîn

Çeteyên ‘El Hemzat’ ên Tirkmen ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, 75 darên zeytûnan ên welatiyekî ji navçeya Bilbilê birrîn.

Çavkaniyên taybet ji herêmê ragihand ku çeteyên El Hemzat 75 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Seîd Behrî yê ji xelkê navçeya Bilbilê ya Efrînê birrîne.

Darên ku hatine birrîn di nava zeviyekî li ser rêya gundê Zerê yê Bilbilê de bûn.

Artêşa Tirk a dagirker ji bo tengavkirin û koçberkirina xelkê resen ê Efrînê û mayîndekirina dagirkeriya xwe li herêmê, sûcên xwe didomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.