Ji bo Mehmet Çakas kampanya

În 8 Tebax 2025 - 02:45

Rêxistinên civaka sivîl li dijî dersînorkirina Mehmet Çakas ji bo Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Bi kampanyayê bang li meqamên Elmanyayê û daxwaza parastina kesên ku ji ber sedemên siyasî zilmê dibînin, tê kirin. Rêxistinên civaka sivîl ên li Elmanyayê xebatan dimeşînin, li dijî biryara dersînorkirina Mehmet Çakas ji bo Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Kampanyaya ku bi sernavê “Dawî li dersînorkirina Mehmet Çakas bînin. Bila kesên ji ber sedemên siyasî zilmê dibînin, bên parastin” hate lidarxistin. Kampanya ji bo xitabê Wezareta Karên Hundirîn a Saksonyaya Jêrîn bike, tê meşandin. Meclîsa Mafên Mirovan a Navendî (Der Zentrale Menschenrechtsrat der Kurdinnen in Deutschland - ZMRK) ku ji aliyê Kurdên li Elmanyayê ve hate avakirin, pêşengiya kampanyayê dike. Daxwazên bingehîn ên kampanyayê wiha ne:"Karûbarê dersînorkirina Mehmet Çakas divê demildest were rawestandin. Ji ber ku xeteriya binpêkirina mafên di bin çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) de heye, divê li gorî xala 60/A a Qanûna Lêrûniştinê ya Elmanyayê qedexekirina dersînorkirinê were pêkanîn.

Li Elmanyayê divê pêvajoya penaberiyê ya adil û zelal ya xwe dispêre serweriya hiqûqê were meşandin.

Elmanya divê li şûna hevkariya bi rejîmên otorîter re, helwestekî alîgirê mafên mirovan û zelal raber bike.

Divê dawî li krîmînalîzekirina çalakîtiya civakî û siyasî ya Kurd bê anîn."

Biryara dersînorkirinê rawestînin

Parlementera Meclîsa Federal a Partiya Çep (Die Linke) û berdevka polîtîkaya derve Cansû Ozdemîr derbarê Mehmet Çakas de ji Daîreya Biyaniyan a Landkreis Harburgê nameyek şand û daxwaz kir karûbarên dersînorkirinê bê rawestandin. Ozdemîr destnîşan kir ku divê li benda encamên serlêdana Dadgeha Îdareyê ya Luneburgê ya serlêdana îltîcayê hem jî sekinandina dersînorkirinê ya li Dadgeha Destûrabingehîn a Federal bê sekinandin. Ozdemîr bal kişand îçtîhatên Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê jî û da zanîn ku divê meqamên pêwendîdar xeteriyên mafên mirovan ên rojane di pêşçavan re derbas bikin û binirxînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.