• Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya ku 8 girtiyan dabû destpêkirin bûn. 

Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya ku 8 girtiyan dabû destpêkirin bûn. 

Li Girtîgeha Kiriklara Bucaya Izmîrê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê di 28’ê Mijdarê de 8 girtiyan li dijî zext û muameleya xerab çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û ne bidor dabûn, destpêkirin. Hat ragihandin ku sê girtiyên din jî tevlî çalakiyê bûne. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) ragihandibû ku çalakî hatiye destpkêrin û çalakî dewam dike. Doh di roja çalakiyê ya 30´î de 3 çalakvanên nû beşdarî çalakiyê bûn. 

EGE TUHAYDER’ê diyar kir ku Mahîr Çakir, Şaban Sidal û Îbrahîm Tikan jî beşdarî çalakiyê bûne. Bi beşdariya van sê girtiyan re niha 11 girtî ketine greva birçîbûnê. 

Girtiyên berê di greva birçîbûnê de jî ev in: Sînan Durmaz, Onur Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan.

MA/IZMÎR