Wezîrê Perwerdeyê yê dewleta Tirk a dagirker Ziya Selçûk, bersiv da pêşnûmapirsa Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş a derbarê perwerdeya bi zimanê dayikê de û got, di mijara zimanê dayikê de xebat jî nikare bê kirin.
Sidik Taş, di pêşnûmapirsa xwe de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi bîr xistibû û gotibû, perwerde bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye û dikare tevî Tirkî, perwerdeya bi Kurdî jî hebe. Piştre Taş, ji Wezîr Selçûk ev pirs kiribûn: “Ji bo pêkanîna mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di bin banê wezareta we de kîjan xebat tên kirin? Wê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakîdayikê bikeve bin ewlehiya Destûra Bingehîn?”
Wezîr Ziya Selçûk, ev pêşnûmapirsa Parlamenterê HDP’ê Taş, bi van gotinan bi awayekî dijminê Kurdî be, bersivand: “Li saziyên perwerde û hînkirinê ji bo welatiyên Tirk ji bilî Tirkî ti ziman nikare weke zimanê wan ê dayikê bê xwendin û hînkirin.”
Di dewamê de jî Selçûk gotiye, di mijara perwerdeya bi zimanê dayikê de ti xebat jî nikare bê kirin.
ENQERE