Ji bo Kurdan hikumet hişyar kirin

Çarşem 3 Gulan 2023 - 00:40

Nivîskar û rewşenbîrên li Swêdê, têkildarî qanûna nû ya li dijî Kurdan daxuyaniyek da û got, "Divê destûr neyê dayin ku zext li Kurdan bê kirin."

Li Swêdê îro “qanûnên Erdogan” li parlamenê dikevin ber dengdanê. Hikûmet û pirraniya muxalefetê ji bo erêkirina qanûnan mutabiq in. 

Nivîskar û rewşenbîrên Swêdî ji rojnameya Aftonbladet re nivîsek nivîsîn û nerazîbûn nîşanî vê qanûna ji bo krîmînalîzekirina Kurdan da. Rewşenbîran got, "Destûrê nedin ku qanûna nû zextê li Kurdan bike."

Wan got, “Her du hikumetên dawî yên Swêdê ji bo ber dilê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan xweş bikin, ku erkên qanûndanîn, dadgerî û rêveberiyê xistine destê xwe, hin tedbîr wergirtin.

Tawîzên ku Swêd di polîtîkaya derve de dide, gelekî zêde dibin. 

Dawiya Îlonê, Mufetîşiya Berhemên Stratejîk ên Swêdê (ISP) careke din destûr da ku berhemên Swêdê yên leşkerî bifiroşin Tirkiyeyê.”

Wan fikarên xwe yên ji pêşnûma qanûna nû wiha îfade kirin: “Em bi fikar in û ditirsin ku qanûna nû bandorê li Kurdan û komeleyên Swêdî-Kurdan bike.

Kurdên Swêdî beriya niha ji ber kuştina Olof Palme gelekî zext li wan bû, her wiha dane hene ku nîşan didin, rêxistina sîxuriyê ya Tirk MÎT şopeke sexte ya têkildarî PKK'ê hiştiye û lêpirsîna cînayetê tevlîhev kiriye.

Em bang li endamên parlamentê yên Swêdê dikin: Weke nûnerên hatine hilbijartin, dema ku we dengê xwe da, careke din bifikirin."

Di nava rojnamevan û nivîskarên Swêdî de Kurdo Baksi, Selma Brodrej, Anita D'Orazio, Thomas Hammarberg, Olof Kleberg, Anita Klum, Gunilla Thorgren û gelek kesên din hene.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.