SERHAT ARARAT/STUTTGART
Doza Stuttgart Stammheimê ya li dijî Kurdan, nimûneyeke baş e ji bo wê yekê ka dewleta Elman ji bo krîmînalîzekirina Kurdan çawa hiqûqa xwe binpê dike. Veysel Satilmiş ê ku di dozê de hat dadgehkirin û ceza lê hat birrîn, binpêkirina hiqûqê yek bi yek deşîfre kir.
Di dema gerînên li hucreya wî ya di hepsê de û her cara ku ew birine 93 rûniştinên dozê, sextî kirina tazî lê ferz kirine. Veysel Satilmiş hatiye tecîrd kirin û ji mafên girtiyan hemûyan bêpar hatiye hiştin.
Heger ferzkirina poşmaniyê qebûl bikira, Veysel Satilmiş wê piştî ku ji 3 paran 1´ê cezayê xwe di hepsê de bimîne wê bihata berdan. Lê wî ev qebûl nekir û 4 sal û 3 mehan di hepsê de ma. Lê zilma dewleta Tirk a li dijî Kurdan bi cezayên dadgeriyê razî nabe; Veysel her hefte lazim e biçe qereqolê û îmzeya xwe li bin kaxeza wan deyne. Bi ser halan de ew nikare ji sînorên bajarê Gelsenkirchenê derkeve derve.
Veysel Satilmiş dibêje, “Armanc terorîzekirina PKK´ê ye. Hewl didin beramberî biryara dadgeriya Belçîkayê antîtezekê çêkin. Hesabê wan li hev derneketin. Ev bi xwe ketin vê xefka xwe. Ji bilî jiyaneke bi rûmet ti tercîh û jiyaneke me ya din nabe. Ji bo vê, em ê têkoşîna xwe ji cihê maye dewam bikin.”