Ji bo Kenan Ayaz çalakî

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:54

Bi pêşengiya ciwanên TCŞ û TekoJIN'ê li bajarê Hambûrg ê Elmanyay ji bo azadiya Kenan Ayaz çalakî hat lidarxistin.

Gelek welatparêz, enternasyonalîst û hunermendê Kurd Serhado beşdarî çalakiyê bûn. Serhado di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew Kenan Ayaz ji zarokatiya xwe ve nas dike û got: “Ez her tim heyranê têkoşîn û helwesta wî bûm. Dema di 20 saliya xwe de ket girtîgehê, tevî hemû êşkenceyên ku lê dihat kirin, ti carî teslîm nebû, berovajî wê her tim berxwedana xurtit kir.” Piştî axaftina Serhado, parlamenterê berê yê HDP'ê Nîhat Akdogan mafê axaftinê girt û got:“Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Ji ber vê sedemê em ê mafên gelê xwe û mirovahiyê biparêzin.” Piştre di çalakiyê de li ser navê TCŞ'ê Organ Gok daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kenan Ayaz li ser daxwaza dewleta Elmanyayê ji başûrê Qibrisê anîne Elmanyayê û bal hat kişandin ser kêfxweşiya Erdogan a piştî girtina Kenan Ayaz. Çalakî bi  berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ANF/HAMBÛRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.