Ji bo kêmendaman şahiyek

În 3 Kanûn 2021 - 23:45

  • Bi boneya Roja Kîmendam û seqetan a Cîhanê, Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê, bi dirûşmeya "Bi hev re em jiyanê çêkin û civakê ava bikin" şahiyek li dar xist. 

Bi boneya Roja Kîmendam û seqetan a Cîhanê, Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê, bi dirûşmeya "Bi hev re em jiyanê çêkin û civakê ava bikin" şahiyek li dar xist. 

Ev roj her 3'yê Kanûnê tê bibîranîn. Şahiya li Şehbayê bi tevlîbûna 120 kêmendamên li kampên Şehbayê hat lidarxistin. 

Şahî li hola Mîtan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Wefa Hisên got, "Astengdariya bedenî li pêşberî avakirina civakê û bipêşketina wê nabe kelem, lê astengdariya herî mezin hişmendiya terora çeteyan e ku bi armanca qezenckirina pereyan, kesên bêguneh qetil dikin."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Kantona Efrînê Îdrîs Weqas jî ev roj li tevahiya beşdaran pîroz kir. Dûvre Koma "Dara Zeytûnan a Zarokan" a Desteya Çand û Huner çend govendên folklorî yên Kurdî û piştre jî Koma Şehîd Dilşêr Kefer Naya çend dîlanên Erebî pêşkêş kirin.

Komîteya Çand û Huner a Kantoan Şehbayê jî şanoyek li ser mijarê pêşkêş kir.

Çend astengdaran û Koma "Awazên Birîndaran" çend stranên şoreşgerî û folklorî yên hunermend Ednan Dilbirîn û Cemîl Horo pêşkêş kirin, her wiha Koma "Awazên Şehbayê" jî çend stranên Erebî gotin. 

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.