Sevîcan Yaşar a li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan di sala 2019'an de kete greva birçîbûnê, ji bo çalakgerên greva birçîbûnê got, "Ji bo jiyanê, mirinê didin ber çavên xwe."
Sevîcan Yaşar diyar kir ku divê ew ji derve piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û destnîşan kir ku pêşî li zordarî û êrişkariya topyekûn a desthilatdariyê dikare bê girtin, lê ji bo vê jî divê mirov tirsê ji ser xwe biavêje.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2020'î ve di greva birçîbûnê ya bê dem û dor de ne. Sevîcan Yaşar ku beriya du salan tevlî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bû, li ser greva birçîbûnê ya vê carê got: "Greva birçîbûnê timî bi mirinê tê bîranîn, lê belê çalakgerên greva birçîbûnê ji bo jiyanê mirinê didin ber çavên xwe" û destnîşan kir ku girtiyên di nava şert û mercên giran de ne bi vî rengî xwe îfade dikin. Yaşar dubare kir ku armanca bingehîn parastin û dewamkirina jiyanê ye û got, "Ji bo vê jî pêwîstî bi hêza li derve heye. Rê û rêbaza afirandina vê hêzê jî ew e ku mirov tirsê ji ser xwe biavêje. Ji vê çalakiyê armanc aştî ye û divê kes vê yekê terorîze neke. Tirs hesteke mirovî ye, lê belê dema ku veguhere tirsonekiyê hingî mirov bi bin dixe. Lewma, em mirovên li derveyî girtîgehan xwedî gelek alternatîfan e. Dibe ku desthilatdarî heta jê tê êriş dike, lê ev yek di heman demê de nîşaneya têkçûna desthilatdariyê ye. Tengav bûye, heta jê tê êriş dike. Lê belê em mafdar in û xurt in."
ANF/AMED