Li Emerîkayê hinek hunermendên ku navên xwe yek bi yek eşkere nekirin, bi navê Kolektîfa Hunermendan ya ji bo Îranê, ji bo jina Kurd Jîna Amînî çalakiyeke protestoyê lidarxistin. Wan vê çalakiya xwe li Muzeya Guggenheim ya li New Yorkê pêk anî. Kolektîfa hunermendan ya ji bo Îranê di hundirê muzeyê de 12 pankartên sor yên ku resmê Jîna Amînî li ser bûn vekirin û dîrûşmeya “Jin Jiyan Azadî” li ser pankartan nivîsandin. Her wiha wan belavokek jî belav kir û di belavokê de gotin ku ev çalakiya wan ji bo piştevaniya kesên serhildêr yên Îranê ye û xwestin ku kesên din jî tevlî vê protestoyê bibin.
NEW YORK