- "Ev konferans ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo welatê min jî dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê."
MÛSTAFA ÇOBAN / ANF/QAMIŞLO
Zeryan Berxwedan got, Konferansa Înternasyonal a Rojava, ji bo wê tiştekî nû ye: "Ev konferans ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo welatê min jî dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê."
Delegeya Konferansa Înternasyonal a Rojava a Yekem, Zeryan Berxwedan anî ziman ku kombûna înternasyonalîstên ji 27 zimanên cuda, tiştekî gelekî bi bandor bû û got, "Min beriya niha li Îtalyayê ewqas hevrêyên ji deverên cuda yên cîhanê nas nekiribûn. Ji bo ev civak, ev hevrê ji sîstemê cudatir tiştekî nû biafirînin, ev yek tê wê wateyê ku li cîhanê pêwîstiya me bi yekîtiyeke xurttir heye. Ne tenê li Rojava ji bo meşandina karekî li welatên me jî hêz û enerjiyeke di asta hestewariyê de da. Em fêhm dikin ku pirsgirêkên bingehîn li her welatî weke hev in, ya ku li herêmên cuda yên cîhanê civaka dieciqîne û dikuje, sîstem bi xwe ye."
Perwerdekar bû
Zeryan Berxwedan ji bo rola jinê di konferansê de got, "Ji ber ku jin 5 hezar sal in ji aliyê vê sîstemê ve tên eciqandin. Lewma jî jin li gorî mêr hîn bêhtir xwedî li tecrûbeyê derdikevin. Di înternasyonalîzmê de jin hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê pratîkî ve dikarin bibin pêşeng."
Ji bo encamên konferansê Zeryan Berxwedan got, "Planên cuda hene. Bêguman perwerdekar bû. Li vir li Rojava rêxistinên hîn îdeolojîk hene; lê ji bo min a herî girîng ew e ku em ê karibin enerjî û îdeolojiya Şoreşa Rojava bigihînin welatê xwe. Ji ber ku gelek caran dema em li welatê xwe vedigerin, xwe weke windabûyî hîs dikin. Em fêhm nakin ka vî karê şoreşgerî çawa em bimeşînin."
Zeryan Berxwedan dibêje, ev şoreşa bi fikrên Ocalan dikare li deverên din ên dinyayê jî pêk were: "Bêguman bi gelek cudahiyan dikare pêk bê anîn. Mîna ku Rêber Apo jî dibêje, em neçar in ku civakên xwe analîz bikin û ji bo civaka xwe çareseriyên mirovî peyda bikin. Lewma fikrên Abdullah Ocalan, xebatên înternasyanîst ên li vê derê, girîng e li xaka me jî dewam bikin."
Zeryan Berxwedan got, "Weke Îtalyayiyekê, min girîngiya vê konferansê gelekî hîs kir. Ez lê difikirim ka nirxên vê tecrûbeyê çawa dikarim bigihînim Îtalyayê, hevrê, heval û malbata xwe. Bi dîtina min Îtalya li guherînê gelekî vekirî ye. Ev konferans ne tenê ji bo Rojava, di heman demê de ji bo welatê min jî dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê. Hevalên tevlî konferansê bûn, ji cihên mîna hev in û ji heman sîstemê hatine, pirsgirêkên wan di heman demê de pirsgirêkên min in. Lewma jî em dikarin tiştekî din biafirînin. Hêviya min heye ku li Îtalyayê bi sûdwergirtina ji fikrên Abdullah Ocalan, em dikarin rêxistiniya xwe ava bikin."