Ji bo Iraqê şermeke mezin e

Duşem 9 Îlon 2024 - 01:10

Endamê mektep siyasî ya PADÊ Silêman Hecî derbarê pêvajoya îtîraza girtina PADÊ de ji ANF’ê re axivî. Silêman Hecî di destpêka axaftina xwe de wiha behsa fermiyata PADÊ kir: “Partiya me ya PADÊ di nava civaka Êzidî de dihate hezkirin. Partiya PADÊ di asta Iraqê de li ser daîreya partiyan de bi hijmara xwe ya fermî 40, cihê xwe di nava partiyên Iraqê de digirt. 19’ê Nîsana sala 2017’an me partiya xwe fermî kir û li Iraqê weke partiyeke Êzidiyan hat naskirin. Di nava van salan de partiya me 3 serdeman beşdarî hilbijartinên Iraqê bû.”Partiya me bûbû pira di navbera gel û dewletê de. Di nava civakan de alîgirên wê hebûn. Ji xwe ji dema ku partiya me hatî damezirandin heya roja îro jî ji bo civakê kar û xizmet dikir. Heya ku karîbû di nava Êzdîxanê de yekitiya partiyên Êzidiyan pêş bixe. Rola wê ew bû ku hemû partiyên Êzidî yên ji derveyî yên girêdayî PDK’ê ne, bigihîne hev û yekitiya wan a bi navê Tensîqa hêz û pêkhatiyên Şengalê ava bike. Pir gavên bi bandor ji bo paşeroja Êzidiyan û Şengalê avêtin. Di warê diplomasiya derve û hundir de roleke sereke lîst. Dewleta Iraqê jî ev bandora partiya me dît, xwe li ber negirt û biryara girtina wê da. Ev biryar di encama hevdîtinên vê dawiyê yên dewleta Iraqê bi Tirkan hat girtin.”

Rapora li ser derewan

Silêman Hecî destnîşan kir ku li ser hin raporên sexte partiya wan hat girtin û got:“Dema ku ev biryar di 3’yê Tebaxê de derket me jî weke partî got ne famkirin di mijarê de heye. Ji ber wê jî me îtîraza xwe zû nekir, lê dema ku hevdîtin bi rayedarên dewletê re hat kirin ku gelek rapor li ser partiya me hene û piraniya wan dûrî rastiyê ne. Partiya me bi hinceta ku destek dide PKK’ê hat girtin, lê em li vir ji dewleta Iraqê re dibêjin ku hewcedariya PKK’ê ji 4 kesên partiya me tuneye. Têkoşîna wê ya 40 salan heye û li hember dewleta duyem a NATO’yê şer dike.’’ Endamê mektep siyasî ya PADÊ da xuyakirin ku Iraqê ne tenê partiya wan hedef girt gelek partiyên din hedef girt û got:’’Iraqê girtina partiya me di hefteya yekem de mizgînî da dewleta Tirk û ji xwe re weke destketî bi nav kir. Rojane axa wê ji aliyê dewletên cîran ve tê dagirkirin, welatiyên wê tên şehîdkirin. Li hemberî van bê deng e. Xwe ji van pirsgirêkan berpirsiyar nabîne lê ji ber rapora ku li ser derewan hatiye amadekirin xwe berpirsyar dibîne û partiya Êzidiyan digire. Ji bo dewleta Iraqê ev şermeke mezin e. Gelekî weke gelê Êzidî û rastî 74 fermanan hatiye, bi dehan gorên komî heya roja îro li ser axa wê ne û bi deh hezaran gelê wê dibin konan de dijîn. Li ser vî halî partiya wan girt.”

ANF/ARGEŞ ŞENGALÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.