HAKAN TURKMEN/BERLÎN

 

Li paytexta Elmanyayê Berlînê rewşenbîrên Kurd civiyan û ji bo jinûve vekirina Înstîtuya Kurd zend badan. 

Înstîtuya Kurd a Elmanyayê civîn li Kurdistan Centrumê li dar xist û Beyazit Taş, Erkan Demirtaş, Dilşad Simeni, Semîra Ebdullah, Kardo, Dr. Gundî, Murat Rojîn, Gulgeş Deryaspî, Cemal Xinzor, Kazim Baba, Giyasettin Sayan, Huseyin Taşan, Ahmet Aktaş, Meral Şîmşek û gelek nivîskar, şair û siyasetvan di civînê de amade bûn. 

Di civînê de hat gotin, ji ber ku sala 2007’an Înstîtuya Kurdî ji Berlînê cihê xwe bar kir Kolnê, li Berlînê valatiyek çêbûye û bi lezgînî lazim e Înstîtu nûneriyeke xwe li Berlînê ji nû ve veke. Di civînê de hat gotin, rewşenbîrên Kurd neçar dimînin xebatên xwe ferdî bikin û ji bo destekkirina xebatan îşaret bi girîngiya sazûmanî û rêxistinê hat kirin.

 

Komîsyon hat avakirin

Ji bo jinûve vekirina Înstîtiya Kurd li Berlînê, komîsyoneke ji 10 kesan hat avakirin. Nûnera Înstîtuya Kurd li Berlînê nivîskar Meral Şîmşek got, “Sala 2007’an, piştî ku navenda Înstîtuya Kurd ji Berlînê rakirin, xebat ji hev bela bûn. Ji bo ruh ji nû ve bi xebatan were, em ê tavilê dest bi kar bikin. Em ê bi lez buroya Înstîtuya Kurd a Berlînê vekin. Ji bo vê em ê dest bi xebatên darîçav bikin. Me bi civîna îro, komîteyeke amadekar ava kir. Paşê em ê amadekariya kongreya xwe bikin, û plana xwe ya xebatê fermî ragihînin. Di nava armancên me de vekirina şaxê Înstîtuyê heye, em dixwazin gavên berçav biavêjin di xebatên Kurdolojî û çandî de, û alîkar bin ji bo xebata hevpar a rewşenbîr û nivîskarên Kurd, rêyeke xebatê ava bikin.”

 

Pêngavek şert e

Nûnerê Înstîtuya Kurd a Elmanyayê nivîskar Ahmet Aktaş jî got, xebatên Înstîtuyê vê dema dawiyê lawaz bûne û wiha peyivî: “Weke Înstîtuya Kurdî a Elmanyayê, me guncav dît ku em pêngavekê biavêjin ji bo çalakkirin û zengînkirina xebatên xwe. Ji bo vê jî me ji xwe re kire armanc ku em li Berlînê nûneriyekê vekin. Wekî din em plan dikin ku konferansên li ser zimanê Kurd li dar bixin û ji bo vê rewşenbîrên li seranserê Ewrûpayê bînin cem hev.”