Ji bo guran mala xwe xira dikin

În 22 Tîrmeh 2022 - 21:50

  • Gundik ser bi devera Hebizbinî ya navçeya Êlihê Kercosê ye.

FETHÎ BALAMAN / MA/ÊLIH

Hat zanîn ku keyayê gundê Gundik ê ser bi Kercosê, bi hinceta “gur li sewalên wan dixe” ji bo birrîna bi hezaran daran beramberî pereyan bi şirketekî re li hev kiriye. 

Gundik ser bi devera Hebizbinî ya navçeya Êlihê Kercosê ye. Keyayê gund Mîrze Yilmaz 12’ê Tîrmehê ji malpereke deberê re axiviye û gotiye li derdora gund di salekê de gurên xwe di nava daran de vedişêrin, 200 serî pezê wan kuştina û ji ber vê yekê jî wan biryar daye daran bibirrin. 

Derbarê mijarê de me xwe gihand welatiyekî ji gund. Welatî xwest navê wî neyê eşkerekirin. Wî got, hiceta ku muxtarê gund eşkere kiriye, bahane ye û gundiyên li dijî daxwaza birrîna daran a keya derketine jî, muxtar xestiye wan qanih bike. Wî got,  keya ji bo birrîna daran bi şirketekê re beramberî milyonan lîre li hev kiriye û keya bi rayedarên şirketê re li cihekî nêzî gund hevdîtin kiriye. 

Me xwest derbarê van îdiayan de bi muxtar re bipeyivin lê wî bersiv neda telefonê. Hat zanîn ku keya ji nas û dostên xwe re gotiye bila nimreya wî nedin rojnamevanan. 

Gelo muxtar derewan dike?

Parêzvanê xwezayê Ridvan Ayhan li ser vê helwdana talankirina daran got, “Hinceta muxtar ne rast e. Jixwe, heger pez bihata xwedîkirin, li wê deverê pez wê daristan bixwara. Darên mazî ango berû ji bo xwedîkirina pez darên herî bi xêrûber in. Sewal herî zêde xwe bi van daran xwedî dikin. Heke ev dar bên birrîn dê ekosîstema herêmê were guhertin. Bi birrîna van daran re dê gelek ajal tine bibin.”  

Ayhan bi bîr xist ku Gundik yek ji wan gundan e ku di salên 90’î de dewleta Tirk ew vala kiriye û got, “Muxtar û çend cerdevanên li wir dixwazin jiyana li wir bixin bin tehlûkeyê. Divê Midûriyeta Daristanê ya Bajêr destûrê nede vê hewldana talankirinê. Divê em destûrê nedin ku siberoja me tine bibe.”  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.