Siyasetvanê Kurd Gokmen Ç. li Elmanyayê ji ber xala 129b a qanûna ceza a Elman tê dadgehkirin. Dadgeh wê biryara xwe 19´ê Sibatê eşkere bike.
Dozgeriyê 3 sal û 8 meh cezayî hepsê xwest ji ber xebatên legal ên siyasî yên Gokmen Ç.'yî. Dozger, ji Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê 9´ê Sibatê di rûniştina dozê de xwest ku 3 sal û 8 meh cezayê hepsê li Gokmen Ç. yê 38 salî bê birrîn. Doza li dijî wî, Çileyê 2021´ê dest pê kir. Gokmen Ç. 20´ê Cotmeha par li Frankfurtê hatibû girtin.
Di îdîanameya li dijî wî de ti sûc nîne. Çalakiyên dixin stûyê wî hemû jî legal in: "Welatî birine festîvala çandî ya Kurdan, Newrozê û ji bo beşdariyê ew teşwîq kirine, û beşdariya şahiyan organîze kiriye."
Gokmen Ç. doza li dijî xwe weke krîmînalîzekirina Kurdan bi nav kiribû û di parastina xwe de gotibû: "Min dadgeh dikin ji ber desteka didim têkoşîna azadiyê ya miletê Kurd û çalakiyên siyasî yên di heman çerçoveyê de.“
Biryara dozê wê 19´ê Sibatê li Koblenzê bê eşkerekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN