Ji bo gelê me xwe kirin mertal
În 18 Tîrmeh 2025 - 03:50
- HPG-NRÇ'ê 5 gerîlayên şehîd bi hurmet bi bîr anî û got:"Hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn mîrateyeke berxwedanê ji nifşên paşerojê re hiştin û bûn çavkaniya ronahiyê ya paşeroja me."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) têkildarî gerîlayên şehîd daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Dewleta Tirk a mêtînger êrîşên xwe yên li ser bingeha qirkirina gelê me ya bi tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê me, di sala 2018’an de zêde kir. Dagirkerên ku nekarîn di qada şer de li hemberî gerîlayan bisekinin û wekî çareya dawî şerê li ser teknîkê meşandin, hemû derfetên xwe seferber kirin û êrîşî qadên gerîla kirin. Hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku li hemberî vê beralîbûna dijmin bi îradeya Apoyî berxwedaneke destanî raber kirin, bi fedayiyane şer kirin û bedena xwe ji bo parastina gelê me kirin mertal. Fedaiyên me ku her kêliya têkoşîna xwe veguherandin destanekî û rê nedan dijmin, bûn sembolên jiyana bi rûmet û azad. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd ên ku roja me afirandin û temînata siberojên me ne, em ji hemû gelên Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Bi hêza APO’yî jiyan kirin têkoşiyan
Hevrêya me Arjîn li navçeya Norşîn a Bedlîsê di nava malbatekî welatparêz de jidayîk bû. Dema ku di Adara 2012’an de li qada Garzanê komek me yê hevrêyên jin a bi pêşengiya hevrêya me Arjîn Garzan (Leyla Altan) bi awayekî nemerdanê şehîd bûn, ev ji bo hevrêya me Arjîn bû dilopa dawî. Hevrêya me ji ber vê yekê dît ku êdî derfet nemaye ku di nava pergalê de têkoşînekî bi bandor were meşandin û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Arjîn ku xwedî tarza têkoşînê ya bi îdia, bawerî, israr û îradeya xwe ya xurt bû gerîlayekî YJA Starê ku ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak.
Hevrêya me Lorîn li navçeya Bazîd a Agiriyê, di nava malbatekî welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2013’an de tevlî refên gerîlayan bû. Hevrêya me Lorîn bi vê îdia û biryardaryê di gelek çalakiyan de cih girt û bi wêrekî û fedakariya xwe bû xwedî tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengtiyê ya YJA Starê. Bi moral û performansa xwe ya bilind a di çalakiyan de hêza da hemû hevrêyên xwe û li her qadê ku lê bû erk û berpirsyariyên xwe bê kêmanî bi cih anî.
Hevrêya me Zenda li navçeya Bazid a Agiriyê jidayîk bû. Ji ber ku malbata wê ya ji eşîra Celalî welatparêz û xwedî kevneşopiyekî bi kok bû, girêdayî cewhera xwe mezin bû. Di sala 2013’an de ji Serhedê tevlî refên gerîla bû. Hevrêya me Zenda ku di operasyonên şoreşgerî yên gerîla li dijî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de hemû erk û berpirsyariyên xwe bi kêmanî bi cih anî, wekî gerîlayekî YJA Starê ya serwext derket pêş. Bi vê helwest û hevrêtiya xwe ya xurt rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir.
Hevrêyê me Berbang li navçeya Qelqelî ya Wanê ku bi dilsoziya xwe ya bi têkoşîna me ya azadiyê re tê nasîn, jidayîk bû. Hevrêyê me Berbang di wê fikrê de bû ku divê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê teqez şer bike ku ji sala 2014’an ve li Şengal û Rojava li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk anî û ji gelê me bi hezaran kes qetil kir. Firsenda ewil ku dît bi kar anî û tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me ku bi helwesta xwe ya jiyanê, tarzê tevlîbûnê û kesayeta xwe ya dirust bawerî da hevrêyên xwe, bi qebûlbûna pêşniyara xwe tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar her karê xwe bi serkeftinekî mezin bi cih anî û bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Hevrêya me Nalîn li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di nava malbatekî welatparêz de jidayîk bû. Ji sala 2014’an ve çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me yê li Şengal û Rojava êrîşên qirkirinê pêk anî. Ev yek bandorekî mezin li ser hevrêya me Nalîn çêkir. Li ser vê bingehê tevlî refên têkoşînê bû. Hevrêya me milîtanekî Apoyî bû ku wekî difikirî jiyan dikir û bi ked û hewldaneke mezin xwe fedayî têkoşînê kir. Bi saya kesayeta xwe ya dirust, jidil û bi disîplîn rêzgirtina hemû hevrêyên xwe girt û di xeta azadiya jinê ya PJAK’ê de bû milîtaneke mînak." Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Arjîn Garzan (Bêrîvan Ata), li Bedlîsê jidayîk bûye, Çileya 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Lorîn Gelawêj (Gulcan Gozeten), li Agiriyê jidayîk bûye, Çileya 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Zenda Avesta (Ferîde Çesen), li Agiriyê jidayîk bûye, Çileya 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Berbang Çiyager (Îlyas Binbirdag), li Wanê jidayîk bûye, Çileya 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Nalîn Evîn (Evîn Yuce), li Colemêrgê jidayîk bûye, Çileya 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN